Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-03-28, 10:20 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Helbest » Ahmete Hani » TEXTÊ DÎLBERÎ
TEXTÊ DÎLBERÎ
volongotoDate: Saturday, 2011-09-17, 10:49 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Ehmede Xani - TEXTÊ DÎLBERÎ
TEXTÊ DÎLBERÎ

Îro li textê dîlberî, ya Rebb Çi Şîrîn esmer e?
Jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber e?

Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev
Hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere

Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der
Ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e

Ya Rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt Şefeq
Ya belg û netrik, ya wereq, ya qiŞt e,yana çenbere

Ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew
Şutrî ne, ya Şeb‘bo ne ew, ya toxê Şahê sencer e

Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîŞan û xal
Keysû ne yan Hezret Bîlal, meŞxûlê Ellah ekber e

Çav in gello? Ya serxweŞ in, ya kafir in ya dilreŞ in
Bêmar in ew ya nexweŞ in, yan nêrgiz û cadûkher e

Ruxsar e, ya Rebb Ya qemer, guftar e ya Rebb Ya guher
Ew qend e ya Rebb Ya Şeker,ew suhd e yane xebere

Ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal
Qendîlê Nûra Zulcelal, mir’at e yana mezher e

Dêm, ŞûŞe nûra heqq di nav, dev xunçe ya Şirîn gulav
Rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîŞan Anber e

Lêv in gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan
Ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e

Ya Rebb xetê reyhanî ye ser sûretê Qur’an’î ye
Yan xatema sultanî ye, mir’at e, yane menzer e

Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in
Em aŞiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e

Ew gerdena Şubhê Şemal, ser çesmeya ava zelal
Qarûreya xemra helal, ya Şîse ye, yan mermer e

Ya Rebb Qeda zîba ye ev, yan Ke’be ya Îsa ye ev
Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e

Ya Rebb Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye
Yan bulbulê wêrane ye, yan Ûd e,yana mîcmer e

Ew Xanî yê dildade ye, meŞreb ji rengê bade ye
Derdê wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.
 
Forum » Helbest » Ahmete Hani » TEXTÊ DÎLBERÎ
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024