Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSFriday, 2024-04-19, 6:30 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Helbest » Ahmete Hani » ZAHIDÊ XELWET NIŞÎN
ZAHIDÊ XELWET NIŞÎN
volongotoDate: Saturday, 2011-09-17, 10:32 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
ZAHIDÊ XELWET NIŞÎN

Zahidê xelwet niŞîn pabestê kerdarê xwe ye
Tacirê rehlet guzîn derbendê dînarê xwe ye
AŞiqê dîlber hebîn dil dayê dildarê xwe ye
Vî zemanî herkesek bê Şubhe xemxwarê xwe ye

Bê emel tu-j kes meke hîvî eta û himmetê
Bê xered nakeŞîtin qet kes ji bo kes zehmetê
Kes nehîn qet hilgirit barê te ew bê ucretê
Gerçî Îsa bit ku wî fikra ker û barê xwe ye

HoŞîyar bî dane kî umrê xwe bê hasil telef
Lew ku naket fayde mal û genc û ewlad û xelef
Maceraya “Xidr” û dîwarî yetîmî bû selef
Vî zemanî herkesek mi’marê dîwarê xwe ye

Ca nezerke îbretê pêla ku waqi’ bit sewas
Ger ne bîtin îltifat û mûçe û debr û meaŞ
Cundîyî rimbazî faris nadetin canê belaŞ
Saeta serbazîyê hîvî ji serdarî xwe ye

Xanîya zayi’ me ke weqtê xwe ey nadan ebes
Bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes
Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes
Lutf û îhsana Wî jî derheq telebkarê xwe ye
__________________________________________________
 
Forum » Helbest » Ahmete Hani » ZAHIDÊ XELWET NIŞÎN
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024