Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSFriday, 2024-03-29, 4:43 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Helbest » Ahmete Hani » BAXÊ SORGULAN
BAXÊ SORGULAN
volongotoDate: Saturday, 2011-09-17, 10:12 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
BAXÊ SORGULAN

Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef
Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf

Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan
Te?bîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def

Manendê mest û serxwe?an, ez çûme bezma mehwesan
Ebrû keman û çavre?an, cerg û dilê min kir hedef

Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî
Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef

Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn
Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef

Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek
Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qi?t û lef

Xemrîy û qi?t û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al
Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef

Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebe? hindek fireng
Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff ( geff )

Diger hebûn de´wa û ?err, derbû li min tîpa teter
Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef

Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan
Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef

Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin
Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef
__________________________________________________
 
Forum » Helbest » Ahmete Hani » BAXÊ SORGULAN
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024