volongoto | Date: Friday, 2011-06-17, 8:46 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Gelên me şoreşgerin Ev çi rewşa bêteşe? debarê gel nebaşe Em salane bindestin, xwîşkê rabe bimeşe Mafê Kurdan çopandin, agir, şewat barandin Gundên me şevitandin; artêşa Tirk qelaşe
Serokwezîrên Tirkan mêrkuje pir jî wehşe An rizgarî a bende! bêzimanî nebaşe Jîyana me zehf zore, dilê gel jî diqele Hêvîyên me hevalin, heval tênê şoreşe
Hatin gelên cîhanê hespê kehel ajotin Keç û xortên me rabûn berva çiyan rêketin Rewastan xetereye, bêdengî jî tim şerme Rêbihurtin gel ferze, bindestîyê biqetin
Şoreşger kombûn hatin, welatê me avakin Bi destê hev neqetin, tifağîya me pêşxin Em rabûn em bûn hebûn, gelên me jî tev şabûn Kê bêjin Kurd nezanin dûpişk, birûsk jî wanxin
Hatin hatin tev hatin hemû karker-gundîyan Şeng û şahî dilşahî gelên rûmet dimeşin Xwestinên me wekhevî an jî civakparêzî Em mêrin em camêr qet natirsîn faşîstan
Bêbextîya Rom’ê ye dengê tanka, topane Berxwedana Kurdan’e şerekî pir girane Pêşengê me rewşenbîr gelên me şoreşgerin Axa me Kurdîstan’e welatê me jîyane.
Mehmet Çobanoğlu 30.05.2011
|
|
| |