halepce
Qut bûn ji biharek din Bi jînê şa nebûn
Hinek pûç bûn
Di Helepçê de hinek kor..
Hinarkên ruwa sor sor
Ji heyva nîsanê nêrgiz
Bilbizêq
Û beybûn
Tev..zarok bûn..
Tev zarok bûn,tev de jin
Bi jahra xerdelê mirî..
Dilê min perçe perçe
Dilê min parî parî
Bi adarê re bihar digirî
Li sikakên Helepçe
Û ez
Helbestkarek im di hêlekê de
Birînên min Nagazakî
Êşa’m piç-piç Hîroşîma
Bi dû ewrên jahrî tiştek nema
Di Helepçe de ji nêrgiza
Ji bilbizêqa
Ji beybûna..
Arjen ARÎ