volongoto | Date: Sunday, 2011-03-06, 8:12 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| jinek Kurdi Li dîroka min binerin, êdî min rêpelên bi gemar çirandine êdî min zincîrên koletiyê şikandine, ez natirsim, ne ji kedxwaran û ne jî ji malxuyên malan. êdî ez li pêşiya gel dimeşim, Ez doh ber mal bûm û îro jî ber welat im. ez ne tenê jin im, ez dayik im, ez şervan im, şoreşvan im, şêr im û ez însan im. Min bi canê xwe azadî afirandiye, ez ji salên tarî re bû me Ronahî. Êdî tarî li pêşya min qediya, ez bû me bûka Medya. Ez wek teyrê ecelê bi ser dêwekî heftserî de dimeşim, heyfa û tola jezarê salan bi xwîna xwe hiltînim. Ez bûm pîzotên agirê azadiyê. Min li bejna xwe ya delal û ciwan hêvî pêçane, û jiyaneke bê mirin ava dikim. Ez bûm bersiva hesret û axîna dilê dayikan, ez bûm dengê qêrîn û zarîna zarokên ber pêsêran. Ez bû me ala rengîn, min çiya xemilandine. Dijmin ji reng û dengê min ditirse. Ez bû me nîşana berxwedanê, ez bû me dengê jinên cîhanê û wek hûn jî dibînin bû me Agirê Newrozê û mizgîniya heyştê Adarê. Ez bû me bûka Kurdistanê. 08/03-2010 Penahi
|
|
| |