volongoto | Date: Saturday, 2011-09-03, 6:05 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwedê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane derê ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk
Mexlûb û muti‘ê Tirk û Tacîk
Emma ji ezel Xwedê wisa kir
Ev Rom û Ecem li ser me rakir.
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şa‘ir û feqîran
Herçî bire şîrî destê himmet
Debt kir ji bo xwe bi mêrî dewlet
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e
Wê hukim-i di destê şîrê rûs e
Lê ‘iqd û sidaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û ‘eta û bexşîn
Pirsî ji dinê min ev bi hikmet:
”Mehra te çi?” Gote min ko “himmet”.
Hasil ko dinê bi şîr û ihsan
Tesxîr dibit ji bo wî insan
Ez mame di hikmeta Xwedê da
Kirmanc-i di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bil-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girtî bi şîrî şehrê şuhret
Tesxîr-i kirin biladê himmet
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi rezmê Ristem
Bif‘kir, ji ‘Ereb heta ve Gurcan
Kirmancî ye bûye şubhê burcan
Ev Rom û Ecem bi wan hesar in
Kirmanc-i hemî li çar kinar in
Her du terefan qebîlê Kirmanc
Bo tîrê qeza kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in
Her ta’ife seddek in sedîd in
Ev qulzimê Rom û behrê Tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn muletex
Wan jêk ve dikin misalê berzex
Cawamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê Ekrad
Wan dane bi şîr û himmetê dad
Hindî ji seca‘etê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in
Da‘im bi temerrud û siqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz-i dibûn ji hev meqalat
Mumtaz-i dibûn xwedan kemalat
Ehmedê Xanî
|
|
| |