Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-03-28, 8:55 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Helbest » Helbest » EZ NAMIRIM
EZ NAMIRIM
volongotoDate: Sunday, 2011-08-14, 6:39 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
EZ NAMIRIM

Demekê Bilbil bûm Ez
dixwend min
di rezên Babîl de
li ber bangên siban

Per û baskên min şikandin
zimanê mim qut kirin
şevşevokan

Lê Ez nemirim.
Demekê Şalûl bûm Ez
hêlîn çêdikirin min

li Zagraosan
di zinarên asê de
li ser darên merxan

Ez xistim dafikan
pûr kirim
li şaşikan xistim
biraştim li ser êgir

Û rûniştin
xurîniya xwe vekirin
bi goştê min
û cixara xwe kişandin
bi dilê xwe
Lê Ez nemirim

Demekê Xezal bûm Ez
li Şengalan diçêriyam
azad
bê tirs û xof
Bi tîran li min dan
bi bêbextî
Xwîna min rijiya ser keviran
Lê Ez nemirim

Ez kalekî Rîsipî bûm
serî hilda min
tev hezaran
li dij zilm û zorê
Tilpekiyam
li deşta Mûşê
li ser pirê
Hatim darizandin
li Amedê
bêdad

Paşê birim ber darê
bendê stûyê min qetiya
sê caran
Li erdê hatim fetisandin
bi destê dijmin
Lê Ez nemirim

Demêkê Quling bûm Ez
difiriyam li zozanên Serhedê
li Agirî vediniştim
Diqingand min
bi Evdalê Zeynikê re
Dengê min diçû Teyran
Herîrî
Cirîrî
Diçû Xanî
Ez bend kirim
Di geliyên asê de wêl kirim
Lê Ez nemirim

Bûbûm Baz Ez
di Minzur de
Çîroka Koçgirî dixwend min
ya Amedê
ya Agirî
Hatim xapandin
bi dek û dolavên Romê
li ser soza mêrê berê
Bi destê xwe avêt stûyê xwe min
bendê mirinê
Lê Ez nemirim

Ez Miraviya şîn bûm
sobarî dikir min
di gola Wirmê de
bi baskên xwe yên rengînî
Firiyam Mahabadê
Roj li min birin ava
li Çarçira
Lê Ez nemirim

Baskên min şikestibûn
Birîndar bûm
bi çar derban
di hêlîna xwe de
Hatim girtin
koçkirin
darvekirin
Gora min hat çêkirin
ji beton
Bingor bûm Ez
bê term
bê şûştin
bê terqîn
Bê nasname bû kêla gora min
Xeyalet dihat gotin ji min re
Lê Ez nemirim

Û dijîm
Û lem bi lem bişkivîm
Filitîm ji bin axê
Belav dibim îro
şax bi şax
Di herikim
gelî bi gelî
Hêşin dibim
li deştan
Bi kulîlkan dixemilînim
çiyan
Berxwedanê dikim JİYAN
Dimeşim
qor bi qor
Difirim
ref bi ref
Divîlinim
diqingînim
dixwînim
diafirînim
Şareza me
zana me
xwenas im
Rêzan im
Dîroknas im
çîrokbêj im
dengbêj im
Êdî kilamek nû dibêjim
bi dengê xwe yê xweş

Wetter/Almanya, Gulan 1994
 
Forum » Helbest » Helbest » EZ NAMIRIM
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024