volongoto | Date: Sunday, 2011-08-14, 6:39 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| EZ NAMIRIM
Demekê Bilbil bûm Ez dixwend min di rezên Babîl de li ber bangên siban
Per û baskên min şikandin zimanê mim qut kirin şevşevokan
Lê Ez nemirim. Demekê Şalûl bûm Ez hêlîn çêdikirin min
li Zagraosan di zinarên asê de li ser darên merxan
Ez xistim dafikan pûr kirim li şaşikan xistim biraştim li ser êgir
Û rûniştin xurîniya xwe vekirin bi goştê min û cixara xwe kişandin bi dilê xwe Lê Ez nemirim
Demekê Xezal bûm Ez li Şengalan diçêriyam azad bê tirs û xof Bi tîran li min dan bi bêbextî Xwîna min rijiya ser keviran Lê Ez nemirim
Ez kalekî Rîsipî bûm serî hilda min tev hezaran li dij zilm û zorê Tilpekiyam li deşta Mûşê li ser pirê Hatim darizandin li Amedê bêdad
Paşê birim ber darê bendê stûyê min qetiya sê caran Li erdê hatim fetisandin bi destê dijmin Lê Ez nemirim
Demêkê Quling bûm Ez difiriyam li zozanên Serhedê li Agirî vediniştim Diqingand min bi Evdalê Zeynikê re Dengê min diçû Teyran Herîrî Cirîrî Diçû Xanî Ez bend kirim Di geliyên asê de wêl kirim Lê Ez nemirim
Bûbûm Baz Ez di Minzur de Çîroka Koçgirî dixwend min ya Amedê ya Agirî Hatim xapandin bi dek û dolavên Romê li ser soza mêrê berê Bi destê xwe avêt stûyê xwe min bendê mirinê Lê Ez nemirim
Ez Miraviya şîn bûm sobarî dikir min di gola Wirmê de bi baskên xwe yên rengînî Firiyam Mahabadê Roj li min birin ava li Çarçira Lê Ez nemirim
Baskên min şikestibûn Birîndar bûm bi çar derban di hêlîna xwe de Hatim girtin koçkirin darvekirin Gora min hat çêkirin ji beton Bingor bûm Ez bê term bê şûştin bê terqîn Bê nasname bû kêla gora min Xeyalet dihat gotin ji min re Lê Ez nemirim
Û dijîm Û lem bi lem bişkivîm Filitîm ji bin axê Belav dibim îro şax bi şax Di herikim gelî bi gelî Hêşin dibim li deştan Bi kulîlkan dixemilînim çiyan Berxwedanê dikim JİYAN Dimeşim qor bi qor Difirim ref bi ref Divîlinim diqingînim dixwînim diafirînim Şareza me zana me xwenas im Rêzan im Dîroknas im çîrokbêj im dengbêj im Êdî kilamek nû dibêjim bi dengê xwe yê xweş
Wetter/Almanya, Gulan 1994
|
|
| |