volongoto | Date: Thursday, 2011-08-11, 8:21 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| WERE BÎNAHIYA ÇAVAN
Were, bînahiya çavan, Bibînim bejn û balayê, Zerîfê nazikî şengê, Sifet horiyê, perî rengê, Bi rojêra tu hevdengî, Du reştozên siyah rengî, Kişandin, lê ne wek caran, Xedengê qewsê nûbaran, Ji rengê şîr û mukaran, Wesand sîne wek baran, Ji wê zerbê pir êşanim, Sibah li xêr ya xanim, Were bînahiya çavan, Bibînim bejn û balayê,
Veke carek xet û xalan, Li ser van mestned û palan, Bixûne, lê me ebdelan, Bibînin eyd û sersalan, Îcazet de me destûrî, Perî rengê, sifet horî, Ji nîva zulmet û nûrî, Binûşin mey di ferfûrî, Ji dil talanê xalanim, Sibah li xêr ya xanim, Were bînahiya çavan, Bibînim bejn û balayê.
Melayê Cizîrî
|
|
| |