Li qahwê yekî ji
hevalên xwe re got: - Yên ku ji jina xwe ditirsin bila hemû rabin pîya!
Yek ne tê de hemû rabûn pîya. Ji yê ranebûyî pirsîn:
- Welê xuyaye ku tenê tu ji jina xwe natirsî?
Mêrik:
- Na welle, jinikê vê sibê darek welê li kulêmeka min xistîye ku ji êşa
wê ez nikarim rabim ser xwe!
Ji Jina Xwe Natirse!