Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSSunday, 2024-04-28, 0:49 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Kurdên Amazonê
Kurdên Amazonê
volongotoDate: Tuesday, 2011-09-27, 10:00 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Kurdên Amazonê
Li Fransayê komek xwendekarên ku her yek ji welatekî hatî, li dibistana lîse di sinifa hevdu da bûne. Her xwendekar ji welatekî hatiye, wek; Qolombîya, Arjantîn, Brezîlya, Portekîz, Elmanya û hwd. Di nav xwendekaran da yek jî Kurd bûye.

Di destpêka dersê da mamoste dibê «Her xwendekar ma xwe bi naskirin bide, ji kîjan welatî hatîye, welatê xwe li kudere ye, zimanê xwe kîjan e û hwd?» Her kes xwe dide nasandin, qala welatê xwe, zimanê xwe dike. Sire tê xwendekarê me yê Kurd, ew dibê «Welatê me, ne yek e, ne dudu ne, ew çar perçe ne, Sirîye, Îran, Iraq, Tirkîye di navbera hev da par ve kirine, elfeba me ne yek e, ne dudu ne, cur be cur in; her perçek bi elfebayekê dinivîse; wek Latînî, Erebî, Farsî, Kîrîl. Xwendekarên sinife dibên «Ew çi welatekî ecêb e lo! Me qet ti welatên weha nedîtin!» Yek dipirse, dibê «Tu li kudere dijî, ji kîjan perçe yî ?» Kurdê me dibê «Ez ji Kurdên Anatolîye me» Xwendekar şaş û mat dibin, yek dibê; «Kuro, ew dere ku der e!?» Kurd dibê «Li navenda Anatoilîye jî Kurd hene».

Kurdê me, li çavên xwendekarên ku mat bûyî mes dike û dibê «Hûn pir meraq dikine li Ermenîstane jî Kurd hene!» Li ser ve, yekî ku ji Brezîlyê hatî dibê «Li Brezîlye li daristanên Amazon civatek heye, em zimanê wan fam nakin, ma ew jî ne Kurd bin!»
karîkator: Uskê Cîmîk
Attachments: 7524913.gif (28.0 Kb)
 
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Kurdên Amazonê
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024