Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSFriday, 2024-03-29, 7:51 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Gotiné strane kürde Anadoluya Navin » Gotiné strane kürde Anadoluya Navin » HECÎYÊ BUXİRCÎ
HECÎYÊ BUXİRCÎ
volongotoDate: Saturday, 2011-04-09, 9:50 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
HECÎYÊ BUXİRCÎ
Here Heco tu neyî nasî
Tu yî serqotî bi ningê xasî
Ji qeza Qonyê bi derê
Welle tu ji gîyê xelasî
Riz e riz e Heco riz e
Berfek li kekî min barî qerarsiz e
Î ku kekî min nasneke
Didan zêrinî xwedanê hespî yaxiz e
Çima çima keko çima
Eza li ber kekî xwe dînim mest û şima
Kekî min li ber mirinê ye
Arekî xwe dada bi qayma
Cahîl cahîl Heco cahîl
Terebluskê bi nava xwe de reş û daîl
Elegçîkî bi çar pera
Ji kekî min re bû ezraîl
Çavkanî: Çavuş YAPICI
Herem: Tavşancalı
 
Forum » Gotiné strane kürde Anadoluya Navin » Gotiné strane kürde Anadoluya Navin » HECÎYÊ BUXİRCÎ
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024