Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-03-28, 7:26 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Gotiné strane kürde Anadoluya Navin » Gotiné strane kürde Anadoluya Navin » KA ÇAR DELALÊN BER DILÊ MIN
KA ÇAR DELALÊN BER DILÊ MIN
volongotoDate: Monday, 2011-09-26, 10:29 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
KA ÇAR DELALÊN BER DILÊ MIN

Amadekar: Altun Başaran

Malbateka ji Xelike jêr (Gölyazi) bardikin Omara ku li wir şivaniyê bikin.Malxê malê bi bermalî û çar zarokên
xwe ve li wir bi şûn û war dibin. Bavtere ser karê xwe û zarok jî terin derveku bilizin. Li gor xeberên ku di rojnaman
de hat belav kirin, tê gotin kuzarok di xaniyekî wir da, dema dilizin,di xênî da buzdolabeka kevin hebûye,
her çar zarok jî dikevin dolabê û derîli ser xwe digrin. Ne kes wan dibîze ûne jî dibîne...
Harçar bi hev ra bê can dimînin.Xadê derdî kezebê nede kesî. Xadê sebraxwe bide malbata van zarokan.
Dê li ser çar zaroyên xwe van gotinandistirê. Agir ketiye kezebê û dibê:

°°°°°°°°°°°°°°

Hawar, hawar xalikan xwe bi min gînin
Mala min, li min şewitî
Ma geli qom herçar delalên dilê min bi doxtir gînin
Solixê bidin wana arî kezawê min vemirînin
De rabin cigera gazi min bikin!
Çima hûn razane wake cesedan!
Hawar Xalikan! Ew çi tofan û afet e!
Hatiye ser neviyê malê Cirtên e!
Ez a bangî her çar berxê xwe yên çavreş kim!
Dayik bû qurban, keçê Aynur serî xwe rake!
Lavo Ozan, Sayme, Ebru we ez hiştim bi tenê
Çerxa felekê li min xiste ez mam li gundê Xelka bi tenê
Çima ez namrime, bûm qurbana çar tabûtên dane ber malê
Werine min bêkesê, doxtor sîngê çar delalên min dana ber meqesê
Ê ne min wana mezin kirin bi xizanî, bi nezanî, bi laşê canê xwe
Te dît çing yek bi yek, xopana dolabeka kevin da man bênefes û bêcan
Ez a biskê perçemê xwe biqetînim
Ez a pîst û çar saatan xwe bidim balgiya wan li goristinê
Ez a hertim bêjim ka çar delalên ber dilê min
Hetanî ku ev solix di solixê min da ma!

Birnebun Dergisinde alinmisdir.
 
Forum » Gotiné strane kürde Anadoluya Navin » Gotiné strane kürde Anadoluya Navin » KA ÇAR DELALÊN BER DILÊ MIN
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024