Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSTuesday, 2024-04-23, 1:34 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » iç Anadolu Kürdleri » Em ji ku hatin--2 » Em ji ku hatin
Em ji ku hatin
volongotoDate: Tuesday, 2010-04-27, 8:58 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
EM JI KU HATIN?-2

...Tê gotin ku di wê demê de ji gelek Kurd goçber bûne û cî warên xwe valakirine berê xwe dane çol û çolîstana. Yanî barkirin û goçberiya Kurdê Anadoliyê ne carekê û ducaran bûye. Gelek caran wan barkirine û ewirîne. Dewleta Osmanî hertim xwastine ku wan ji ser axa wan bidûr bikin û kultura wan bi wan bidin bîrkirin. Asimilê bikin...

Di sedsal 16 an de di nav bera Osmaniyan da hertim şer hebû, fesadî hebû, pêvçûn û xernexwazî hebû. Pir kes û eşîret ji ber îdarê û pestên Osmaniya aciz dibûn û ji hev vediqetine û diçûne ciyên ku destê dewleta Osmaniya tênegihêje. Lê dewleta Elî Osman dest xwe jî pîstê wan bernedida. Ji ber ku ew ji dewletê re derfetbûn/îmkan bûn. Gava ku esker bi wan lazim dibû dihatin cem wan. Gava ku nan û xwarin bi wan lazim dibû dihatin cem eşîrên Kurda. Yanî hemû kêmayên xwe ji wan peyde dikirin. Li wê demê herkes ji bona ku neçe eskerê ji ber dewletê direvî û perê didan dewletê.
Ji ber vê hertim di rewşeka mobilîtê dabûn. Ji ciyekî diçûn ciyekî din. Carna li Heranê bûn, carna li aliyê Behra Reş bûn, carna li herêma Haymanê, Yozgat û Çorûmê bûn. Carna li Raka ye bûn. Carna dewletê êrîş dibir ser wan, carcara Tirkman, carcara Îraniya û Ereba êrîş dibirin ser eşîretên Kurda. Mal û milkê wan ji dest wan digirtin.
Di sala 1604 an da vê carê jî serhildana Celaliya dest pêkir. Rewşa Kurda hê jî xirab bû. Careka din herêma Kurdistanê serubin bû.
Tê gotin ku di wê demê de ji gelek Kurd goçber bûne û cî warên xwe valakirine berê xwe dane çol û çolîstana. Yanî barkirin û goçberiya Kurdê Anadoliyê ne carekê û ducaran bûye. Gelek caran wan barkirine û ewirîne. Dewleta Osmanî hertim xwastine ku wan ji ser axa wan bidûr bikin û kultura wan bi wan bidin bîrkirin. Asimilê bikin.
Bi rastî jî Kurdên Anadoliya Navin îro ew nizanin ji kîjan alî û herêmê hatine. Hemû rê li ber wan hatine girtin. Li wê demê wek îro neqlita jî tune bû ku vegerin welatê xwe. Gava ku hinek bixwazin vegerin, ew dizanin li rê cendermê û esker heye. Yê wan bigirin bişînin eskerê yan jî wan bikujin. Dewletê ew bi zanistî ji hev diqetandine.
Mînak/Örnek îro li herêma Qonyê mala Badiliya hene. Lê ew gelek kêm in. Bi qasî deh panzde malan mane. Lê Li Kurdistanê malbata Badilîya gelek in. Rihayê hê zêde ne. Gava ku mirov kitêben dîrokê dixwine li gelek dewerên Tirkiyê mirov rastî qebîla Badilîya tê, ev jî tê vê manê ku dewletê qabîla Badiliya belav kirine.
Di vê mijarê da Ahmet Refik wiha dibêje, ”Ew eşîrê ku hatî Rojava ya Tirkiyê, ji Heleb, Dîlok/Enteb, Rûhê/Urfa û ji Rakayê hatine li van derna bi cîh bûne.
Lê belê, îktîdarên wê demê rehetî nedane wan ku ew li ciyekî stabil bimînin, ew wek goçer ji ciyekî ajotine ciyekî din. Ji Rakayê koçbera Anadoliyê kirine û pişt re dîsa ew goçberî ciyên din dûr kirine."
Dîsa mînakekê dide û wiha dibêje, ”Ew eşîrtên Kurdê ku hatî li derdorên Sêwaz, Qeyserî, Qonya û Ankerê bi cîh bûyî pişt re vegerandine Raka Hama, Humus ê. Wan bi rê da gelek dijwarî û tengasî dîtine”
Parlementerê bi eslê xwe Kurd Kinyas Kartal di bîranînê xwe de wiha dibêje, ”Ez hîngê li dinyayê tune bûm. Bav û kalên me ji me re qal dikirin. Digot, ”Dewleta Roma Reş em ajotin deşta Haymanê. Em demekê li wêderê man vêcarê jî em diajotin ciyekî din. Pişt re em ajotin Ezerbeycanê. Em jî Ezerbeycanê dîsa vegerin Kurdistan/Wanê."
Elbet bandora Ereb, Faris û Ezeriya jî li ser goçerên Kurda gelek hebû. Ereba ji Tirkan heznedikir. Hêzên Celaliya gelek êrîş dibirin ser Ereba, li wan zulm û tedayî kirin û mal û milkê wan ji dest wan girtine. Ereba jî êrîşa ser Kurda kiriye. Armanca wan jî ji deşta Hemê û Humusê Kurda bi derxînin ev axa ji Ereba re bimîne. Ji bona wê çi di destê wan da hebû ew ji dest wan digirtin û ew ber ve Anadoliyê şandine.
Gerokê bi nav û deng MOTKÎ wiha dibêje di bîraninê xwe de, ”Kurd her tim cîranê Ereb û Farisan bûn. Ji bo ku wan ji ser axa xwe biajon salê sê çar cara êrîş dibirin ser Kurda. Konên wan dişewtandin û li ber deriyê wan çi hebû ew dibirin ji xwe re. Ji Kurdan re ciyekî bi tenê ma bû. Ew jî çiya bûn. Stara xwe dikirin çiya."
Gava ku em ê biçûk bûn dê û bavên me ji re di distiran,
Hawar!!! / Hey lo lo hawar / Hûn li kedrê man / Ereban malê me talan kirin / Keçik bûkê me şuna warê me nehîştin.
Hawara xwe dikirin Kurda. Li gelek dewerên din stranên bi vî rengî hene,"Balî Bostan kek qurban
-Carekê mêzekê ka kî li derva û kî tê
-Bavo goçek barkiriye ber ve me tê, hene Ereb in hen jî tat in/tirkin
-Keça min carekê mêzek ka ê bi çend qefla ne.
-Ê bi sê qeflane, Qeflê pêşî xortê teze ne.
-Dest ji wan berde keça min, Çavî wan î li keçik û bûkê me.
-Qeflê diduya mirovên 30-35 saline.
Dest ji wan ji berde, -Çavî wanî li mal û milkî me ye
-Qeflê sisiya kal û pîr in.

 
volongotoDate: Tuesday, 2010-04-27, 8:59 PM | Message # 2
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Îştê ji wan bitirsê, Daxwaza wan talan kirina war û cîyê me yê, Riyê wanê bi bostekî li ber wan in, Rabûn û rûniştikandine wan ê li ser dêl û orospaye. Yanî li vir yên herî xeter mirovn pîrbûne....”
Ev nivîsên jor Moltkî rast dike.
Gava ku kurd ji ber êrîşê Erba û Farisan direvin berve Kurdistan û Anadoliyê dihatin. Ew gelek westiya bûn di jûniyê wan da teqat nemabû li milê wan kirasek nembû. Di rewşeka pir pêrîşan da bûn. Kalê min digot, ”bavê min digotiyê me bi mehan û şeş mehan çêrê, giya tiştên din dixwarine. Nan tune bû, qatix tune bû.”
Lê gava ku Kurd ber ve Anadoliya rê girtin, vê carê jî eşqiya yên Tirk li benda wan bûn. Ji bona ku ew xwe bi eşqiya nemînin. Wan di bi şevê re bardikirin xwe diavêtin ciyên xewlê ku eşqiya lê tune yî. Nivîskar Kurd Yaşar di romaneka xwe de wiha dibêje, ”Bîr neke ku me çi zor û zilm û tedayî dîtiye. Li bînê Edenê me sê hezar laşê di dûv xwe cîhştin. Li paş her tûpekî/gîya canek ji me ma.”
Bavpira min Ela Bostanê jî wiha digot, "Li wî zemanî hîng em zarok bûn, bi zorê tê bîra min. Mala bavê min ji ciyekî diçû ciyekî din. Her qebilê û mer malbeteka mezin cî û warekî xwe hebû. Em berve aliyê Behra Reş, Samsun û Bafrê ye diçûn. Li gor ku kalê te dibêje ew bi Çawûşê Esko ve li Bafra yê hatine Xwedê dane.”
Şerîfa Malê Milkê, ”Em her sal hetanî ava Canê/Ceyhanê diçûn. Me li wê derê li kêleka çemê Canê konê xwe vedigirtin. Bi mehan û bi şeş mehan em li wan derna diman, me pez û haywanên xwe diçerandin. Lê meratê kêrmêşa xêr bi me nedikir. Gelek zarokên me mirin. Em her sibê radibûn ku li ber konekî şîn heye.
-Xaltiya Şerifê ma hûn bi tenê ji bona heywanên xwe diçûn wan ciyê wan derna?
Na kurê min na. Dê û bavên me digotin eskerên Roma Reş û axayên di bin bandora Osmaniya da xerê bi me nakine. Tên mal û milkê me ji ber me bi darê zorê dibirin. Li wî zemanî gelek şer hebû. Esker û dewlet pêrîşan bibû. Axa ji bona ku eferima ji dewletê bistînin li me gelek zor û zordarî dikirin. Kêyfî li me didan. Me nediwerî ku em li dijî wan derkevin, bibêjin er an na. Êdî ez mezin bibûm. Ez nebûm bûk lê!. Destê min li bin guhê min bû. Ha îro ha sibê ez dê bizewcimê bibimê bûk. Li gor ku ew dibêje sal 1915-16-17 bûn. Ez nizanim em li kîjan mintiqê bû. Lê ez bawerim em nêzîka Gola Xanê/Xwê bûn. Me bi şevekê goça xwe li hêjtiran barkir, me dev da em berva şûna waran hatin. Gava ku em hatin li dawiya Qosarê. Gola Xanê ji me ve dihat xuyakirin. Hindik bê jî tirs li ser me çûbû. Me zanî ku em ê nêzîka gundê xwe bûne. Em wê şevê li binê Qosarê/Şereflîkoçhisar man du sê roja li wan derna egle bûn. Lê me amediya xwe ku em barkirine dikir. Sîwarê hatin li ber konê me rawestin. Gotin, ”ferman hatiyê divê hûn ji ciyê xwe neliv in. Kî ji ciyê xwe bilivê, ew ê zerarê bibîne û em wan bişînin eskeriyê.” Wan çi digot me digot ”er e.” Ji ber ku me bi Tirkî nedizanî. Me wê rojê şev li xwe bi zorê tarî kiri. Gava ku sîwara em bi tenê cîhştin, me dîsa konê xwe li hêjtira barkir em hatin Gundê xwe Omera/şûna wara.
Gava ku em hatin gund an şûna wara ti kes li şûna wara tune bû. Me zanî ku ew jî wekî me rastî eskerên Tirka hatine. Lê roj bi roj goç dihatin. Ev barkirina ma dawî bû.
Bi destê biharê me bardikir em diçûn Zozana Bazarözê, Bircê, Birêdirêj, Warê bira, Kortka. Li dawiya payizê em dihatin gund/qişlê. Gava ku em li gund bi cî û war bûn. Ev ji bona dewletê jî gelek baş bû. Mirovên nêzîka dewletê ji me re wek axê hatin bijartin. Wan gelek alîkariya gel dikirin. Elbet ne hemû ya. Meselê Samî Beg axakî bi heyfê bû. Hemû gundiyên xwe bi xwedî dikirin û di destê wan re digirt, nan û danê wan dida ê. Qelingê gundiya wî dida ê. Ji bona wê gundî ji wî hez dikir û ji wî rêz digirt û hurmetekî mezin jî wî re dikirin. Meselê axê Omera û axê Nasirliya ne wek Samî begê bûn. Elî beg li aliyê dewletê bû.
 
volongotoDate: Tuesday, 2010-04-27, 9:00 PM | Message # 3
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Me li civata guhdar dikir digotin, Em ji Helebê, ji Hemê û ji Humusê. Hinekan jî digot, em Ezerbeycanê. Ereban xêr bi me nedikirin dihatin keç û bûkên me dirivandin, mal û heywanên me ji dest me digirtin. Em ji ber ereban reviyan hatin van derna.
Gava ku em ji nav Ereba xelas bûn. Vê carê jî zor û zûlma Osmaniya destpêkir."
Ev gotinek heye dibêjin, "Ji baranê reviya rasta zipika/dolu yê hat" Birêz Mehmet Emîn Zekî ji bona vê wiha dibêje, ”Di sala 1914 an da gava ku şerê cîhaneyî yekem destpêkir, milletê Kurd zerareka pir giran dît. Dewleta Osmaniya 700 hezar malên Kurd sûrgûna Rojava û ciyên din kirin. Ji nava van 700 hezaran xortên ku destê wan sîleh digirtî girtin û şandin şer. Yên ku şandî sûrgûniyê jî bi rê da gelek zehmetî dîtin. Ji serma da û ji nêzda mirin. Ew Kurdên ku şandî sûrgûniyê ji dewleta Osmaniyan re bûn çavkaniya aborî. Eskera bi salan nan û ava wan bi wan re parve dikirin. Gel ji zulm û zordariya dewletê aciz bibû. Her eşîret û her qebilekê berê xwe didan ciyê din ku esker lê tuneyî.”
Mîr Celedet Bedirxan jî di vê mijarê da wiha dibêje, "Wan rojên ku mutarekê destpêkiribû min rêwitî kiribû, ez dihatim Stanbolê. Ew neheqiya li Kurda dihatî kirin min her tim dilê xwe de gerand bi wê neheqiya ez gelek diêşiyam. Min dixwast ez li ser wan muacîran lêkolîna bikim û bi wan re xeber bidim. Ez çûm daîra muacîra. Min li kutugê muacîra nêrî ku nêzîka 650 hezar malbatên Kurd bi darê zorê ji welatê wan hatine derxistin û sûrgûna aliyê Rojava kirine. Ez bi vê sûrgûniyê gelek gelek xemgîn bûm. Di sala 1918 an de vegerim hatim Kurdistanê. Bi dilekî kul û bi êş vegeriyam.”
Dibêjin, Dewletê em bi zorê ji ser axa me em ajotin van derna. Niha em dîsa vedigerin welatê xwe. Ji eşîreta me, em 485 kes bûn, lê niha 225 kes man e.
Çima hûn ewqas telefbûne? Gotin, gava ku em ji Kurdistanê hatin sûrgûn kirin dem zivistan bû. Gelek ji me bi rê da ji serma cemidîn û mirin."
Bi navê Remziyê Hekarî, namek di kovara Jîn da hatiye nivisin wiha dibêje, ”Ji malbata me re Silavên xwe taybetî dişînim. Îhsan, Hurşit, Mihemed li serpîya mane. Îhsanê dê di meha biharê de vegere bê welêt. Resul û Qadir çûn ser dilovaniya xwe/mirin. Birayê min mezin Osman li cem serok eşîrê Oramaran Çeto Begê ye.
Ji eşîreta Sadî Begê bi tenê du kes mane yên din hemû mirin. Niha zivistanê em nikarin bên welêt. Em ê hetanî devê biharê xwe li van derna eglê bikin. Înşallah em jî bên. Biminin di xweşiyê da.”
Dîsa di kovara Jîn da 15.12.1335 an de nivîseka wiha heye, "Bi sebeba şer dewlet ji derdora Erzoromê, Wan, Betlîs bi hezaran kurd hatine sûrgûnkirin. Li şûna wan gundiyên me, yanî axa bav û kalan milletên din anîne bicîh kirine. Wek Ereb, Dadaş, Boşnak û her wiha yên din.”
Şaîr Mehmud Nejat ji Silêmaniyê namek ji kovara Jîn re şandiyê tê da wiha nivisiyê, ”Ax welat, ax welatê ku bi xwînê hatî avdanê. / Ey dayika xemgîn a ku ewledê xwe wenda kirî. / Ax, ew xem û xeyala û xwesteka min a ku tim bêm cem we.
Lakin zivistanê derî li me girt, tu mecalî min î ku ez bêm ba we tune. Eger ku me hevdu nedît, bila laşê min li çiyê bimîne. Ma her sibê û her êvarê bîhna bayê welêt li laş min xîne. (Hejmar 8, rûpel 11)
Rojnama Kurdistanê li ser goçkirin û sûrgûna Kurdên Anadoliyê wiha nivîsandiye, ”Eşîrên ku li derdora Qonyê û Ankerê bi cîh bûne, ew nêzîkî 150 salî di ber vê bajar bi bajar zozan bi zozan gerinê û hatinê li deşta Qonyê û Ankerê bicîh war bûne. Ew eşîretan ji herêmên curbe cur hatine.” (16, rûp 62)
 
volongotoDate: Tuesday, 2010-04-27, 9:00 PM | Message # 4
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Rast dibêje. Ew ji gelek dewerên Kurdistanê hatine.
Dîroknas Georg Perrot jî wiha dibêje, di salên 1767 an Kurd li herêma Konyê û Ankerê habûne û gelek dîroknas li cem wan bûne mêvan û bi wan re mûlaqat pêk anîne. Wî bi xwe jî di sala 1850 an da bi Kurdên Heymanê re mûlaqat pêk aniye.
Di dawiya sedsala 18 an da li deşta Haymanê carcaran mirov rastî Kurda dihatiye. Reşvan, Canbeg/Cîhanbeylî û Şêxbizînî wek federesyon bûne. Ji ber êrîşên Osmaniya mecbûr mane berva Rojava hatine.
Dîsa wekî ku me ji rû spîyên me bîhstî. Ew ji derdorên Urfê, Meraş û Samsûrê hatine. Lê wan ciyên ku jê hatî bîrkirine. Hîngê mirov ji wan dipirsê dibêje, navê Urfê li wî zemanî çi bû. Ma hûn dizanin?
-Na em nizanin.
Lê we Newroz bîstî bû?
-Na.
Em Kurdên ku li derdorên Ankerê, Qonyê bicîh bûne ji 12 a eşîreta hatine avakirin. Li gor hinek rûspîya bavê wan eşîretan yek bûne, diyê wan cuda bûne. Yanî dibêje serokê Reşû ya bi danzde jinan re zewiciyê. Ji her jinekê kurekî wî bûye. Ew her yek bûyê serokê eşiretekê. Îro çiqas kurd li derdora Qonyê, Ankerê û Kirşehrê hene hemû hevdû nasdikin û ji hev keçik birine û lawik zewicandine. Ew hemû xism û eqrebayê hevin.
1- Sevkî, 2- Bilkî, 3- Mîfkî, 4- Xelkî. 5- Omerî, 6- Celkî, 7- Cudkî, 8- Terkî,
9- Nasirlî, 10- Mamitî, 11- Şêxikî, 12- Sawedî.
Nasirlî-Nasir: Serefli, Karagedik- Burunsuz-Kuşça/Hecîlara. Eşîreteka gelek mezine û gelek malmezînên xwe hene. Wek mala Qorto û Mala Bekara/Demir a. Tê gotin ku ew ji derdorên Rewandûzê hatine. Serok Eşîretê xwe Qerto bûye. Kurê Qerto Omer Beg jî wek Samî Begê gelek caran ber endametiya xwe wek mebûs nîşan kiriye. Carekê wek mebûs kete meclîsê. Mirovekî hêja bû.
Xel-Xelkî: Gölyazî-Karacadax-Yapalı. Xelîka bûne du beş. Xelkên Doldirmê û Xelkên Karacadaxê. Ji Rewandûz û ji Kalifaniyê hatine. Qismek li herêma Kulu yê û qismek jî li aliya Înevî/Cîhanbeyliyê bi cîh bûne. Serok eşîretê wan Usifê Milê ye. Mirovekî bi qedir û qimet bû. Li herêmê û di nava Kurdan da baş tê naskirin. Niha êviyên/torînên wî li Qonyê dijîn.Omerî- Omer: Torna-Mihîna-Çoplî-Altilar û Tawliören. Omerî jî wek eşîretên din ji derdorên Samsur û Antep û Rihayê hatine. Li Samsurê Omerî eşîreteka gelek mezine. Bi navê Omerî tên xwandin. M. Emîn Zekî dibêje bi qasî 800 malî ne. Ji eşîreta Milî ya veqetîne. Ji aliya Musul, Mêrdin û Samsûrê hatine. Serokê xwe Omer beg bûye. Lê pişt re dewletê Elî Beg wek serok eşîret taîn kiriye.
Li gor hinek dîroknasên Rojava Kurdên Navça Anadoliyê di salên 1845 an da Îskan bûne. Bi zivistanê li gunda bi hatina biharê re li zozanan bi cîh dibine.
Zicirlî kuyu- Gundî Omê 1800(Lundberg &Svenberg)
Dipdedê1830(Lundberg &Svenberg)
Kuşça-Hecîlara 1837 (Hûtroth)
Caniman 1843 (Lundberg &Svenberg)
Burunsuz û Şereflî- 1843(Hutroth)
Tavşancali- Omera- 1845(Lundberg &Svenberg)
Karagedik1846/47 (Hûtroth)
Bulduk- Gundî Buldux 1853755 (Hûtroth)
Xelkê Doldurma- 1858(Hûtroth)
Tavliören-1870(Lundberg &Svenberg)
Kirkpinar 1885(Lundberg &Svenberg)
Tuzyaka- Cudukê Heramiyê 1890(Lundberg &Svenberg)
Kadioğlu- 1891(Ruben)
Çopler-Çolî- 1900 (Lundberg &Svenberg)
Acikuyu bîrtahlik 1920 (Lundberg &Svenberg)
Hisar- Hesar- 1923 (Lundberg &Svenberg)
 
volongotoDate: Tuesday, 2010-04-27, 9:01 PM | Message # 5
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Yanî Kurdên Navça Anadoliyê di salên 1700 an da herem keşif kirine. Zivistanî li gunda yan jî bi navê din şûna wara dimane. Vê goçberî û barkirina wan hetanî salên 1850 an ajotiyê û di salên 1900 an da êdî bûne gund û serokê eşîrê wan hebûne.
Li aliyê din Mar Syskê jî dibêje Kurdên îro li navça Anadoliyê bi cî war bûne. Di dema Yavuz Sultan Selim re hatine sûrgûn kirin.Sevkan: Gundê Buldux-Gundê Omê- Gûzel Yayla- Celep/Sevkê Keçeliya. Ev eşîreta jî wek Xelka bûye du birra. Sevkên Keçeliyê û Gundê Omê. Li derdorên qezeya Kulu yê dijin. Kulu girêdayê Qonyê. Serokê wê eşîretê birêz Samî Beg bû. Ew jî wek Usifê Milê di nava eşireta xwe û di nava Kurdan da gelek bi qedir giran bû. Wî gelek caran berendametiya xwe ji bona mebusiyê nîşan dabû. Lê ti cara qezenç nekir. Kurda dengê xwe nedidan wî. Ev jî rûreşiya Kurda bû. Ji ber ku Samî Begê hemû zewicandin û nan û danê wan dida.Celkan: Kutugûşaği-Yeşil Yurt- Kirkpinar- Hesar- Arşincî. Ji derdorên Samsur, Mereş/Gimgimê û Antep/Dîlokê hatine. Li derdorên Ankara û Balê bicîh bûne.Saweda: Beşkawak-Çiman Herêma Qonyê
Molkan: KirkişleHecîban: Li derdorên Ankarê, Kirşehir û Balê bicîh bûne. Li gor mezinan ev eşîrtea ji Kerkûk û Musulê hatine. Serokê vê eşîretê
Hasene Alé
 
Forum » iç Anadolu Kürdleri » Em ji ku hatin--2 » Em ji ku hatin
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024