Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSFriday, 2024-04-19, 0:22 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Kürd isyanlari » Kürdlerin Tarihi ve Kimligi » Urdun Kurdleri
Urdun Kurdleri
volongotoDate: Friday, 2011-06-24, 10:46 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Cemil Oguz

Heta niha me got kurdên Tirkiye, Iraq, Iran, Surî, me got kurdên Sovyetê, ev ne bes bûn, bi ser de kurdên Urdunê jî derketin. Nizanim haya we çiqas ji wan hebû? Ew çawa dijîn, çi dikin, hejmara wan çend e? Vê hefteyê mijara me ev e…

Ew 900 sal in li Urdunê dijîn. Bi giştî di dema Selaheddîn Eyûbî de dest bi çûyîna Urdunê kirine. Ev koç di dema Memlûkan û Osmaniyan de berdewam kiriye. Bi taybetî li herêma Salt û Ğawrê zêde bûn, di sedsala 20’an de ev koçberî zêdetir bûye.

Kurdên li Urdunê ne bi giştî koka xwe ji Amed, Mêrdîn, Wan, Sewreg û Rihayê ne.

Kurdên Urdunê zêdetir li Ammanê dijîn. Dema Amman dibe paytexta Urdunê kurd zêdetir berê xwe didin wir û niha hejmara zêde li wir e.

Ji kurdan gelek kesên giregir jî derketine. Yek ji wan kurdê Amedê Sa’d Cuma el Eyyûbî ye ku di sala 1967’an de bûye serokwezîr. Her wiha wî gelek pirtûk jî nivîsandine.

Li Urdunê kurd li ser nasnameya xwe ya neteweyî nesekinîne, zêdetir bi nasnameya olî bi dewletê ve hatine girêdan lê b isalên 2000’î re bala wan a li ser nasnameya wan zêde bûye.

Wan heta niha zêdetir erebî bikar aniye, ji kurdî dûr ketine. Lê kêm be jî di nava dîrokê de xebatên li ser kurdî jî çêkirine. Yek ji wan bi navê Alî Seydo ferhengek Kurdî-Erebî ku 40 salên xwe didê amade dike. Ferhek di sala 1985’an de wekî 670 rûpel ji aliyê Komeleya Selaheddîn Eyûbî ve tê weşandin.

Li ser bikaranîna kurdî ya ji aliyê kurdên Urdunê ve jî wiha tê gotin: "Kurdên ku di salên dawî yên sedsala 19’an û yên destpêka sedsala 20’an de hatin Urdunê baş bi kurdî dizanîn û kurdî xeber didan. Lê nifşê piştî van kurdî ji bîr kirin. Hê nû nû rewşenbîrên kurdan û di demên dawî de kurdên li Taxa Kurdan a Dimeşqê yan jî yên ji Cezîre hatine em dibînin ku bi kurdî xeber didin.”

Gelek tiştên nû kurdan aniye Urdunê. Yekem car li Urdunê kurdan weşanxane vekirine, yekem can wan futbol, spora basketê anîne. Dîsa yekem kesê ku xwediyê bawernameya firîne ye kurdek bûye.

Komeleya Selaheddîn Eyûbî her çiqas niha ne çalak be jî di dîrokê de karên baş kirine. Koma wan a folklorê bi motîf û lîstikên xwe reng li wir kiriye, di Newrozan de derketiye ser dikê.

Ger hûn bipirsin ev ji ku derketin, ez bêjim: Niha pirtûkekbi navê "Urdun Kurtleri (Kurdê Urdunê)” bi tirkî ji Weşanên Avestayê derket. Pirtûk ji aliyê Muhammed Ali es-Siwêrekî el-Kurdî ve di encama xebateke 17 salan de hatiye nivîsandin. Pirtûk yekem car di sala 2004’an de li Ammanê, 2005’an de li Silêmaniyeyê, 2006’an de li Dubai û niha jî li Tirkiyeyê hat çapkirin.

Dema min pirtûk xwend, ne bû ku ez van agahiyan bi we re par ve nekim. Bêşik gelek agahiyên din jî di pirtûk de hene, lê min tenê hin jê hilbijartin.

Piştî ew qas agahiyan mirov hejmara kurdên ku li Urdunê dijî meraq dike ne wisa? Min bi xwe jî meraq kir. Piştî mirov ew qas agahiyan dixwîne, dibêje qey bi mîlyonan kurd li Urdunê dijî. Bi ya we çiqas kurd li Urdunê dijîn? Berî ez bigihîjim reqemê min ji xwe re texmîn kir, min got mimkûn e çend sed hezar bin, lê tenê dora 15-20 hezarî ne. Belê li gor hejmara ku pirtûk pêşkêşî me dike tenê: 15-20 hezar.

Kesên bixwazin dikarin ji Avestayê pirtûkê peyda bikin.

Urdun Kurtlerî / Muhammed Ali es-Siwêrekî el-Kurdî / Weşanên Avesta / 236 rûpel
 
Forum » Kürd isyanlari » Kürdlerin Tarihi ve Kimligi » Urdun Kurdleri
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024