Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-03-28, 11:13 PM
Menu du site

Section categories
My articles [25]

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Publisher
Main » Articles » My articles

Di belgeyê de Kerkûk hatiye parvekirin
 
Di belgeyê de Kerkûk hatiye parvekirin
 
 
Di belgeyeke ku Wikileaksê weşandiye de tê diyar kirin ku Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Berzanî soz daye dîplomatê tirk da ku desthilatdariya Kerkûkê bi tirkmenan re parve bike

06/12/2010

Li gorî belgeyên veşarî yên Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ku malpera Wikileaks weşandin, tê angaştin ku di hevdîtina Serokê Herêma Federal a Kurdistan Mesûd Barzanî û sefîrê tirk yê Iraqê Murat Ozçelîk hatiye qebûlkirin ku nabe ku Kerkûk bi temamî bibe bajarê kurdan û pêşniyara komîsyona hevbeş a bi tirkmenan re hatiye kirin.
Rojnameya El Ekber a li Lubnanê weşanê dike, nivîsên sefîrên DYA yên li 8 welatên ereb ên ji aliyê Wikileaksê ve hatin weşandin, belav kir. Li gorî dokumanên ji Bexdayê çûne bo Washingtonê, rêveberiya Hewlêrê di mijara Kerkûkê de tawîz daye Tirkiyeyê.
Li gorî belgeya bi dîroka 24’ê çileya 2010’ê, balyozê tirk Murat Ozçelîk agahiyên hevdîtinên xwe yên bi Serokê Herêma Federal a Kurdistan Mesud Barzanî û rayedarên kurd re, bi dîplomatên DYA’yê re parve dike. Tê diyarkirin ku di hevdîtinê de Barzanî ji bo pirsgirêka Kerkûkê pêşniyara "avakirina komîsyona lihevkirina kurd-tirkmen” ji bo Ozçelîk kiriye û xwestiye balyozê tirk serokatiya lingê tirkmen ê komusyonê bike.

BARZANÎ SOZ DAYE!
Tê angaştin ku di hevdîtinên di navbera Ozçelîk, Wezîrê Navxweyî yê Tirk Beşîr Atalay û Wezîrê Navxweyî yê Herêma Federal a Kurdistanê Sîncarî de pêk hat yekemîn car e ku kurd ‘vê yekê qebûlkirine ku temamiya Kerkûkê nekeve bin desthilatiya rêveberiya kurdan.’
Her wiha tê diyarkirin ku Ozçelîk pêşniyara Tirkiyeyê ya derbarê statûya taybet a Kerkûkê ji rêveberiya kurdan ragihandiye û di pêşniyarê de tê gotin ku bila Kerkûk bi hevkariya rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê bi awayek xweser bê rêvebirin, ger wiha bikin, ev yek wê bi qasî 10 salan bi vî awayî bê     rêvebirin.
Balkêş e ku ji bo Barzanî ji soza xwe venegere, Ozçelîk di vê mijarê de diyar dike ku divê Tirkiye alîkariyê bide.     BEYRUD - ANF
Category: My articles | Added by: volongoto (2010-12-06)
Views: 658 | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024