Şêxbiziniyên Altindaga Enqereyê - 10 October 2011 - Personal site
Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSTuesday, 2016-12-06, 9:15 AM
Menu du site

Tag Board
50

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 12

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Main » 2011 » October » 10 » Şêxbiziniyên Altindaga Enqereyê
8:30 PM
Şêxbiziniyên Altindaga Enqereyê

Şêxbiziniyên Altindaga Enqereyê

Dîroka hatina Şêxbiziniyan a ji bo navçeyên Enqereyê xwe digihîne sala 1930’ê. Şêxbiziniyên Baybûrtî nêzî 20 hezar kes in û li semtên Yenîdogan, Hidirliktepe, Plevne, Kayabaşi, Atifbey, Gulvere û Demîrlîbahçe yên navçeya Altindagê bi cih bûne.

Di salên 1950’an de li kolanên Enqereyê dîlawerên Arnavût hebûn. Dîlawerên Arnavût li Enqereyê nav û deng bûn. Dema sal bû 1960 vê carê li kolanên Enqereyê navê Cemal Coşar ê wekî Cemaliyê Kurd tê zanîn deng vedide. Di 1’ê nîsana 1962’an de Cemaliyê Kurd tê kuştin. Ji ber vê jî dîlawerê nav û deng Dundar Kiliç û yên din hatin girtin.
Piştî vê bûyerê Şêxbizinan ji bo tola Cemalî bigirin, kî hat ber wan kuştin an jî çewisandin. Piştî ku Dundar Kiliç bi efuya 1963’an ji girtîgehê derket ji ber tirsa Şêxbizinan neçarî Enqere terikand û çû Stenbolê. Piştî mirina Cemaliyê Kurd ji bo wî stran hatin gotin, heta şanogerê tirk ê navdar jiyana Cemalî bi navê "Keşanli Alî Destani” kir lîstik. Strana Cemalim Cemalim ku tê gotin strana Urgubê jî ji bo wî hatiye gotin.
Jiyana piranî Şêxbizinên ji Beyrûtê, hatine li Enqereyê di nava qereqol û girtîgehê de dewam dike. Di nava demê de Şêxbizinî li Enqereyê dibin xwedî kar, dezgeh û pîşe. Lê wan tu carê têkiliya xwe bi Altindagê re qût nekiriye.
Şêxbiziniyan li Enqereyê bandora xwe li ser jiyana civakî jî kirine. Li Enqereyê dawetên li hemberî dahol û zirneyê tên kirin û di dawetan de avêtina guleyan jî ji Şêxbizinan dest pê dike. Kalên Şêxbizinan bi awayekî zelal kurdî diaxivin, lê nivşên, 2-3 û 4’emîn nikarin kurdî biaxivin. Şêxbibizinên ku ji Beyrûtê hatine ji mezheba Henîfiyane. Şêxbiziniyên Haymanayê ku li Altındagê mezin bûne, karekterekî hişt girtine û xwedî cembaziyek xurt in.
Di salên destpêka Komarê û dema Adnan Menderes de bi xêra têkiliyên bazirganî Şêxbiziniyên Haymanayê êdî hêdî hêdî dadikevin nava navenda Enqereyê cihên wekî Ulus, Samanpazari û Haymanonu.
Şêxbiziniyên Haymanayê wekî kevneşopiyê dema xizmên wan jî dihatin cem wan heman kar didan wan jî. Di sala 1960’an de malbata Ozkoyluler li cem hala biçûk a li Ulusa Enqereyê dest bi kar kirin. Di nava demê de hêdî hêdî li vir bûn xwedî kar û dezgah. Piştre jî ketin îhaleyên Saziya Goşt û Masiyan ya Dewletê. Her di çû karê bazirganiya wan pêşdikeft û di nava bazarê de êdî ew jî hebûn.
Haymaniyan dîsa di nava demê de dest avêtin karê ajokariya texsiyan jî û niha piraniya rawestgehên texsiyan yên li Enqereyê jî di destê wan de ye. Şêxbizininiyên Haymanayê her tim yekitiya xwe xurt kirine û ji ber vê jî her tim bi çanda xwe li ser piyan mane. Belê, ew wekî xizmên xwe yên Bayburtî asîmile nebûne.
Piştî ku li Tirkiyeyê bajarvanî pêşket hêdî hêdî gundên Haymanayê yên Şêxbiziniyan jî vala bûn. Şêxbiziniyên hatin nava bajar zarokên xwe jî dan xwendin lê tu carê têkiliyên xwe yên malbatî qut nekirin. Piraniya wan niha li semtên Keçîoren, Abîdînpaşa, Cebecî, Balgat, Demetevler û hin taxên din dijîn.


AHMET FATÎH YILMAZ - ENQERE

Views: 244 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  October 2011  »
SuMoTuWeThFrSa
      1
2345678
9101112131415
16171819202122
23242526272829
3031

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2016