Li Dîyarbekir, hilberîna bi navê ‘Qehweya Kurda’ bû marqe
Li Dîyarbekir, hilberîna bi navê ‘Qehweya Kurda’ bû
marqe. Ev vexwarina taybet, kêm tê qelandin û bi destan tê kutandin.
Qehweya ku tahliya wê kêm e, zêdetir tê xwestin. Me ji bo wê li tehma vê
qehweyê mêze kir. Her ku diçe, daxwazên mirovan zêde dibin. Li gorî
derfetan tehmên nû jî têne ceribandin. Mîna ‘Qehwa Kurd a’. Li
Dîyarbekirê, karsaz Mustafa Akinci, tehmeke nû derxist holê.
Navê vê tehma xweş jî kire ‘Qehwe Kurd a’.Hilberîna ku beriya 2 meha
hate çêkirin ji niha de eleqeyeke mezin dibine. Qehwe Kurd a li
Dîyarbekir, Mêrdîn û Batman’ê kete piyase yê. Pêşî danên qehwe ku ji
Brezîlya tê, bi awayekî hindik tê kelandin.
Şunde jî danê ku hate kelandin ji bo neşewitê tê raxistin. Piştî ku
dan sar dibin bi mîrkurkê tê kutandin. Û Qehwe Kurd a ji bo çêkirinê
amade ye. Gelo ev fikr çawa derket holê? Em guh didine peyamner Mustafa
Akinci. Cûdatîya wê qehwê çiye. Berî her tiştî bi desta tê amadekirin.
Qehwe Kurd a niha li 3 bajaran di pîyasê de ye. Lê wê pêşî li herêmê duv
re jî li giştiyê welet werê belavkirin.