Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-04-18, 8:48 AM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Main » 2011 » August » 6 » Karkerên Kurd ên demsalî dîsan li ser riyan e
11:14 PM
Karkerên Kurd ên demsalî dîsan li ser riyan e

Karkerên Kurd ên demsalî dîsan li ser riyan e


image

Diyarbekir: Karkerên Kurd ên demsalî ji Diyarbekirê ber bi Derya Reş birêketin. Karkerên ku li stasyonê li benda trenê ne bal kişandin ser êrîşên dijî kurdan û dan zanîn ku ger li herêmê kargeh hebin naçin cihekî din.

Her sal ji Diyarbekir, Riha, Êlih, Dîlok û Mêrdînê karkerên demsalî ji bo xebatê ber bi bajarên Rojava û Derya Reş dikevin rê. Hevwelatiyên Kurd ên ku diçin xebatê li wan cihên lê dimînin rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibin. Karkerên Kurd ji ber êrîşên dijî Kurdan ên li bajarên Tirkan biguman in. Bi sedan malbatên ku serê sibehê hatine îstasyonê li benda rabûna seata trenê ne.

Hevwelatiyê bi navê Îzzet Ok (40) bavê 6 zarokan diyar kir ku ligel êrîşên dijî Kurdan neçar in biçin kar bikin û got: "Divê zarokên me bixwînin lê ti kes alîkariyê nade me. Em ji ber vê yekê dixebitin lê ger li vir kar hebe em bixebitin, wê demê em naçin wir. Em ditirsin biçin lê tu çareyeke me ya din jî nîn e."

Hevwelatiya bi navê Aklîme Aklak (45) a dayika 8 zarokan jî wiha axifî: "Em jî naxwazin biçin cihekî din. Bajarên xerîb nexweş in. Lê ti çareyeke me ya din jî nîn e. Ger li vir kargeh bên çêkirin û bo zarokên me derfetên kar hebin em ê çima biçin cihên xerîb. Herwiha malbata me qerebalix e. Li Rojava şerê Tirk û Kurdan heye û ji ber vê yekê em ditirssin. Lê dîsan jî em neçar in biçin. Zirarê bidin me jî em ê herin."

Views: 878 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  August 2011  »
SuMoTuWeThFrSa
 123456
78910111213
14151617181920
21222324252627
28293031

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024