Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSTuesday, 2024-04-16, 1:12 PM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Main » 2010 » September » 16 » Guzel dengê jin û gelên bindest e
11:15 PM
Guzel dengê jin û gelên bindest e

Guzel dengê jin û gelên bindest e

KNN/Hevpeyvîn

Rêzehevpeyvîn (1): Hilbijartina li Swêdê û Pirsa Kurda

Seroka federasyona Ciwanên Çep Gabrielsson:

Hediye Guzel dengê jin û gelên bindest e

Hediye Guzel ji Kurdên Anadola navîn e. Demek dirêje, di nava Partiya Çep (Vänster Partiet) li Swêdê bi siyasetê mijûl e. Pêşî di Federasyona Ciwanên Çep de, niha jî di navenda partiyê de xebata xwe didomîne.

Sekretêra çapemeniyê ye. Her wisa di belediyek ji taxên Stockholmê, li Nackayê berpirsiyariya wê jî heye. Guzel di partiya xwe de, li ser pirsa taxên paşmayî, deverên bîyanî lê zêde dijîn û jinan, xwedî gotin e. Gelek caran tevlî panel, konferans û civînên Kurda ji bo mafê wan yên netewî, çandî û mirovan bûye, anjî rêvebiriya çalakiyan kiriye, bi delegasyonan re çûye Kurdistanê û nivîsên wê li ser pirsê belav bûne...

Hediye Guzel di hilbijartina îsal de, ji aliyê partiya wê ve ji herêma Stockholmê weke namzêta parlementoyê hate nîşandan.

Em, roja axaftina wê li taxa Albya Stockholmê amade bûn. Giregirên partiyê jî li wir bûn: Serokê Partiya Çep û navdarek hêza çep li Ewropayê Lars Ohly, Seroka Federasyona Ciwanên Çep li Swêdê Ida Gabrielsson, Serokê Federasyona Ciwanên Çep li Botkyrkayê û gelek kesên din, xelk, nûnerên mediyayê û dêûbavê wê...

Ida Gabrielsson bixêrhatina me dike. Piştî belavkirina şekir û broşuran, bersiva pirsên me dide.

- Hêja Gabrielsson, bi qasî em zanin, du Kurdên navdar, Hediye û Amine di lîsteya we ya parlementoyê ji Stockholmê hene û ji bo rêvebiriyên herêmî jî hejmarek bilind ji Kurdan ji partiya we namzet in. Çima Kurd? Dîtina we li ser pirsê çiye?

I. Gabrielsson: Em li ser pirsên bac, xanî, dibistan, û peydekirina kar piralî dixebitin. Her wisa partiya me, nirxek mezin dide mafê mirovan û pirsgirêkên eqaliyet û gelan. Ez Kurdan baş nas dikim û lis er zilma li ser wan xwedî agehdarî me û ji bo mafê wan, gelek caran li herêma Gävleborgê beşdarî çalakiyan bûme. Gelek kesên di nava partiya me de wisa ne.

Hejmarek baş ji Kurdên Swêdê, ciwan û ji neslên yekem, endamê me ne û çalak in. Hebûna wan di nava partiyê de, erênî ye û me bi hêz dike û mafê wan e û ew bi keda xwe bilind dibin. Lewma hebûna Kurdan di partiya me de cihê kêfxweşiyê ye.

- Di vê çarçoveyê de, dîtina li ser Hediye Guzel çi ye?

I. Gabrielsson: Dilpak, xwediyê soza xwe û rast go ye. Çi bêje wê dike. Hevalê hevalê xwe ye.

Ji bo parastina mafê jinan têkoşera me ya bê westan e. Ew dengê bîyaniyên bê xwedî yênli taxê paşdemayî ye. Dengê herî xurt yê me ciwana ye, pirsgirêkên me nas dike û ji nêz ve bi wan dadikeve. Helbet aliyê wê yê xurt li ser pirsên navnetewî jî dive neyê jibîrkirin.

Lars Ohly dîtina xwe dihêne zimên

Em heman pirsan ji Lars Ohly dikin, Serokê Partiya Çep li Swêdê. Li ser Kurdên namzêt di partiya xwe de wisa dibêje :

Ez bi du sedema ve girê didim. Yek jê, em yekem partî ne li Swêdê ku me pirsa Kurda anî rojeva xwe û ya meclîsê. Me ji bo çareserkirina pirsê gav avêt û li dijî zilmê dengê xwe bilind kir. Helwesta me ji bo çareseriya pirsa Kurda û ji bo dostaniya wan îro jî didome û dê pêşerojê jî bidome. Kurd vê rastiya me dibînin. Sedema duwem bi wekheviya di nava partiya me ve girêdayî ye.  Partiya me rengên li Swêdê tevan temsîl dike û dengê wan e. Ji her çandên li Swêdê endamên me hene. Pir xwezayî ye ku, mîna wan çandan Kurd jî derkevin pêş û di nava partiyê de rola xwe bilîzin.

Lars Ohly li ser Hediye Guzel jî dîtina xwe wisa formule dike: Em bi hev re pir xebitîn û ez wê baş nas dikim. Mirovekî baş e. Bi taybetî ji aliyê polîtîk ve jîr û wêrek e.

Dêûbavê Hediye Guzel diaxifin

Hediye Guzel ji bo rûniştvanên taxa Alby ê diaxife û li ser programa xwe bi zimanên cewaz guhdaran agehdar dike. Hinekî ji dur ve, bavê Huseyin Guzel li keça xwe dinêre. Li tenişta wî, xanima wî Elife xanim heye. Huseyin Guzel axaftinên Hediye ji xanima xwe werdigerîne Kurdî. Yadê Elife wisa diaxife:

Ev çend sal in em li vir in. Em bi giştî ji fêrbûna zimanan re vekirî ne, dixwazin zarokên me fêrî zimanên cewaz bibin. Lê zimanê me yê malê, Kurmancî ye. Em bi Kurmancî diaxifin. Kurmancî ji me re giring e. Em xwe pê nas dikin.

Li ser Hediye dîtina bavê wê wisa ye: Zêrê nehilandî ye Hediye, qet xirab nabe. Dilê wê fireh û paqij e. Hez ji hevalên xwe dike û kesek e ku mirov dikare ji % 100 baweriya xwe pê bîne. Çend zimanan bi hev re zane. Dixwaze bibe dengê taxên paşdemayî. Xwedê pê re be.

Serokê Federasyona Ciwanên Çep li Botkyrkayê diaxife

Botkyrka yek ji wan taxê herî mezin yê bîyaniyan li Stockholmê ye. Bêkarî lê zêde ye. Gelek ciwanên jîr jî ji wir derketine, bi rêya meslekên cewaz zîrekbûna xwe ispat kirine. Lê kesên rewşa aboriya wan xirab jî hene. Beşek ji taxê bi alîkariya civakî ya belediyan jiyana xwe didomînin. Pirsgirêkên dibistan, diskrîmînekirin û perwerdê jî li wir pir e.

Serokê Federasyona Ciwanên Çep li Botkyrkayê Erdal Kan pirsgirêkên herêmê û nêzîkbûna partiya xwe li herêmê,û  berendamtiya Hediye Guzelê wisa şirove dike:

Taxa me ji ber pirsgirêkên xanî, bê karî, dibistan û perwerdeya meslekî li paş maye, li paş dihêlin. Pir giring e ku di hilbijartinê de, niwênerên me di meclîs, belediye û dezgehên din cihê xwe bigirin, bibin dengên me û jibo çareserkirina probleman kar bikin. Pirsên me bibin yên meclîsê, taxa me beşek ji yê vî welatî bê dîtin û mecalên hene bi taxa me re jî bêne parvekirin.

Hediye Guzel problemên taxê baş nas dike. Baweriyek mezin daye me. Her wisa li ser pirsên navnetewî, bi taybetî ya Kurda jî zane ye. Dikare gelek gavên erênî, hem ji bo taxê hem jî ji bo mafê Kurda bavêje.

Divê em ciwan jî, ji pêşerojek ronî bê helwest nemînin û dengên xwe bikar bihênin û namzêtên xwe yên mîna Hediye bişînin meclîsê.

Hediye Guzel nêzî me dibe û peyva dawî dibe ya wê: Ev çend sal in, ez ne parlementer im lê di navenda partiyê de ximzeta me didome. Ez bême hilbijartin, û qet neyême hilbijartin jî dê xebata min bidome û deriyê me dê ji dostan re vekirî be.

 

EuroKurd News / Gabar Çiyan

Views: 1299 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  September 2010  »
SuMoTuWeThFrSa
   1234
567891011
12131415161718
19202122232425
2627282930

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024