Main » 2010 » August » 10 » Filozofé Evinè/ melayè Ciziri(1567-1640)
10:28 PM
Filozofé Evinè/ melayè Ciziri(1567-1640)
Di dîroka kurd de ji kesên herî girîng yek jî Melayê Cizîrî ye. Mela him
bi şi'r û helbestên xwe him jî bi raman û baweriya xwe di dilê kurdan
de li dereke bi taybet niştecîh bûye. Navê wî yê berastîn Ehmed e. Di
helbestên xwe de bi pirranî du nasnav bikarhaniye, Mela û Nîşanî. Li
Cizîrê hatiye dinyayê. Di warê jidayikbûna wî de dîrokeke misoger
tuneye. Hinek çavkanî weka 1567'an, hinek weka 1570'yî, hinek jî weka
1589'an jidayikbûna wî nîşan didin. Van dîrokan jî ji hesabê ebcetê
derdixin.
Mela li cem bavê xwe Mela Mihemed dest bi xwendina xwe ya seretayî
kiriye. Dû re ji bo berdewamkirina xwendina xwe hatiye Amedê, gundê
"Setrabas”ê. Wekî din jî li Hekarî, Amediye, Iraq û Misrê jî xweniye. Li
dû xwendina xwe diçe Heskîfê. Li wir li ba Mîrê Heskîfê Melîk Kamil
dimîne, lê dil berdide keça Melîk Kamil ya bi navê Selmayê. Ji ber vê
eşq û evîna xwe ya mecazî di sîh salê xwe de dest bi helbestan dike û di
ne tenê di nava kurdan de li cîhanê dibe helbestkarekî bijartî. Birastî
jî Mela di helbestvaniya xwe de ji Mewlana û Şîrazî û Geothe zêdetir e
ne kêmtir e. Heta vê yekê ew bixwe jî di helbesta xwe de diyar dike.
Ger lu'lu yê mensûr ji nezmê dixwazî
Wer şi'rê melê bîn, te bi Şîrazî çi hecet.
Melayê me yê Cezerî di van rêzikan de pesnê helbestvaniya xwe hildide,
lê ne tenê ew pesnê xwe hildide helbestvanên mezin yên li dû wî jî pesnê
wî hildidin. Serqisê di vî warî de mamosteyê hêja û delal Doç. Dr.
Kadri YILDIRIM çend mînakên helbestvanên ku pesnê helbestvaniya wî
hildane dide:
F. Teyran :
Senaxwanê melê me Li hemû erd û cîhan
Mîr Umadîn:
Ji husnê rewneqek dayê Ku Şêx Ehmed me ustad e
H.Q. Koyî:
Li Cizîrê yekêke Şêx Ehmed Sahibê naw û murşidê erşed
Se'îdê Nursî :
"Tu ji Melayî her bipirs, esrarê işqê hel dikit Vê muemmayê çi zani sed mela û muste'id"
GOETHE:
Ey nîşanî te rêya rast kifş kir işq çi ye te diyar kir
Em dikarin di warê hêjabûna Melayê xwe de gelek mijaran vekin û hê
tiştên gelek cuda bibêjin lê ji bo kurtgirtina mijarê em derbasî
felsefeya wî bibin. Ji dîrokên kevnar heya îro gelek fîlozof û zanyar li
ser hêmanan (unsur) sekinî ne. Îllem jî di nava yewnanan de gelek
fîlozofan di vî warî de ramanên xwe diyar kirin e. Wekmînak Thales
hêmana bingehîn weka avê girtiye dest, Anaximenes wek hewayê girtiye
dest, Herakleitos weka agir girtiye dest, Empedokles çar hêmanan tîne ba
hev û wan weka av, ax, agir û hewayê digire dest. Lê Seydayê Cizîrî li
van hêmanan yeka din jî zêde dike û dibêje "Evîn” jî ji hêmanên bingehîn
yek e. Gava ev çar hêman mirovan berdin jî evîn wan bernade û her û her
bi wan re dimîne.
" Me cewher unsurek xamis numa îro di tali'da”
Mela bi vê rêzikê evînê weka hêmaneke pêncemîn digire dest û wisa berdewam dike:
Hê di ber qalû belayê belkî ev alem nebû
Çerx û dewran, dewrî gerdûn, kumbedî mîna nebû
Husnê heq bû îstîwaî lami'a hebû
Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
Husn û hub zatê qedîm in lê cuda bûn ew yek.
Ango paşê ev eşq û evîn ji hev qetiyan û li candêr û necandêran belav
bûn. Ev eşq û evîn ket axa welatan lewma mirov ji welatên xwe hez dikin,
ket rûyê jinan lewma miro ji wan hez dikin, ket dêr û kenîşteyan lewma
mirov diçin dêr û kenîşteyan.
Li gorî ku ji van gotinên Mela tê derxistin, Mela evînê weka evîneke
mecazî nabîne. Mela ji evîneke mecazî derbasî evîna heqiqî bûye. Em
dikarin bi hêsanî bêjin di warê evînê de Mela di cîhanê de ekoleke bi
serê xweye. Gelo birastî jî di cîhanê de çend kesan weka Mela ji dest
evînê kişandiye? Birastî jî Mela gihaştiya kûraniya evîn û evîndariyê.
Li ba Melê evîn bi veqetanê bilind û pîroz dibe. Ji bo jiyandina evînê
divê evîndar her dûrî evîndara xwe be. Kengê bigihîjin hev wê demê evîn
dimire. Ji ber vê yekê jî Melayê me nezewiciye, emrê xwe bi ezebtî xelas
kiriye.
"Li gorî Seydayê Cizîrî, di nava olan de cudatî tuneye, hemû yek in.
Lewra hemû ji rehekê tên û dîsa diçin derekê. Ew der jî hizûra xwedê ye.
ji ber vê yekê divê meriv ji hemû dîna para xwe bigire. Di vî warî de
Mela wisa dibêje " Ez êdî ji dêr û kenîşteyan kerixîm, ka werin vêca em
bi hev re herin ba laleş” Mela di nêrîna xwe ya olî de rêya wehdetu'l
wucûdê parastiye. Li gorî wî her tişt ji tecelliya xwedê çê bûye. Em vê
yekê ji van rêzikên wî fehm dikin*
Yek e derya tu bizan qenc çi mewc û çi hebab
Di esil de ku hemî av e; çi av û çi cemed
Di encama nivîsa xwe de em karin bêjin Mela him bi helbestvaniya xwe him
jî bi fikr û ramanên xwe, digel ewqas salên borî hê jî weka şebçeraxekê
di dilê Kurdistanê de pêxistî ye. Şewqa welatperwerî û dildariya wî hê
jî rêya kurdan ronî dike.
* Spas ji Mamoste Kadri Yıldırım're, bo parvekirina xebata wî ya giranbiha.