Bi hezaran kesên li ber Konên Çareseriya Demokratîk
nimêja înê kir û bersiva Erdogan da. Nimêjên di bin baranê de kirî de
xutbe jî bi kurdî hatin xwedin û bal kişandin ser yekîtî û yekbûna
kurdan. Her wiha di nimêjan de li hemberî Erdogan jî nerazîbûn hate
nîşandan.
AMED
Di "Konên Çareseriya Demokratîk" de di hefteya 3'yemîn de "Nimêja Înê
ya Sivîl" li dar xist û li hemberê polîtîkayên dewletê yên olî hat
rawestiyan. Bi hezaran welatiyan li Deriyê Çiyê li ber bircên Amedê
nimêja înê kir. Gel eleqeyeka mezin nîşanî nimêja înê da. Serokê
Diya-Der'ê Zahît Çiftkuran bi kurdî xutbe xwend.
Çîftkuran,
got, "Ji ber ku adalet nema em li kolanan in" û wiha got: "Em li dijî
mizgeftan nîn in. Bila hemû kes bizanin ku mizgeft mala Xwedê ye û cihên
pîroz in. Em li dijî mizgeftên vê pergalê ne. Em li dijî melayên pêşiya
cemaatê nimêj dikin nîn in. Ji ber ku ji wan melayan re senteza
Tirk-Îslamî tê dayîn em li dijî wê ne. Dibe ku siyaseta kurdan kêm bin
lê wecehî bi agahiyên olî tuneye. Li vir bi hezaran melayên me yên
perwerdehiya medreseyan girtin hene. Ev mela dikarin perwerdehiyê bidin
hemû kesî. Bila tu kes nerabe dersa olî nede me"
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji li ber "Konê Çareseriya Demokratîk"
bi tevlîbûna sedan kesan Nimêja Înê hate kirin. Ji ber ku baran dibarî
di kon de nimêj hate kirin. Welatiyan ji malên xwe seced anîn û gelek
welatiyan jî li ber konê destnimêj girtin. Mela Îbrahîm Akkaş bi kurdî
xudbe xwende û û diyar kir ku xwedê her tim li gel kesên mazlum e û wiha
got: "Hz.Îbrahîm li hemberî Nemrutan serketin bi dest xist. Hz. Musa,
li hemberî firavunan serkeftin bi dest xist. Pêxemberê me Hz. Muhammed
jî li hemberî Ebu Cehîl serketin bi dest xist. Xweda her tim li gel
kesên mafdar û mazlum bûn. Di dîroka peyxemberan de ev yek heye"
PIRSUS
Bi sedan kesan li ber "Konê Çarerseriya Demokratîk" ê Pirsusê nimêja
înê kir. Wekîlê Şaredarê Pirsusê Mehmet Ozkan, endamên meclîsa
şaredariyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, Şaredarê Alîgorê,
Endamên Egîtîm Sen'ê û bi sedan kes tevlî nimêja înê bû. Welatiyên di
kon de cih peyda nekirin li gel barana dibarî derve nimêj kirin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jî bi sedan kesan li ber Konê Çareseriya Demokratîk nimêja
înê kirin. Di kon de dema ku zilaman nimêja înê dikir jinan jî li
derdoran û li ser riyê nobet girtin. Mela Saît Îdîn nimêja înê pêk anî û
wih got: "Divê kesek dema jiyana xwe ji dest da divê vecîbeyên olî bên
bicih û nimêja wî ya cenaze bê kirin. Kesên li hemberî vê yekê derkevin
li hemberî fermanên Xwedê derdikevin.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê bi saetan beriya nimêja Înê bi sedan karker, esnaf,
karmend, jin û zarok li ber "Konê Çareseriya Demokratîk" kom bûn û
karton, naylon û xalîçe raxistin. Welatiyan li gel barana zêde li derve û
li bin kon nimêja înê kirin. Di nîmêja înê de endam û rêveberên BDP'ê
endamên Meclîsa Şaredariya Cizîrê jî amade bûn. Di xutbeyê de waazên
kurdî hatin dayîn. Mele Salih Acet, di xutbeyê de axivî û diyar kir ku
divê êdî kurd dawî li şerê navxweşi bînin û li ziman, çand û baweriya
xwe xwedî derkevin. Welatiyên ku beşdarî xutbeya kurdî bûn 4 daxwazên
xwe yên sereke rêz kirin. Girse pişt re belav bûn. Her wiha li derve jî
polîsan tedbîrên gelek mezin girtin.
HEZEX
Li navçeya Hezexa Şirnexê jî bi heman armancê li ber "Konê Çareseriya
Demokratîk" bi girseyî nimêja înê hate kirin. Li vir ji bi kurdî xutbe
hate xwendin û waazên bi kurdî hati dayîn. Di nimêjê de polîsan derdora
komê dorpêç kir. Her wiha polîsên sivîl jî li parka Aştî dimenên girsê
girt. Melayê ku bi kurdî xutbe xwend, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan da
ber rexneyan û anî ziman ku melayan wekî polîsan mezin dikin û dişînin
herêmê.
SÎLOPÎ
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî girse li ber "Konê Çareseriya
Demokratîk" kom bûn û bi girseyî "Nimêja sivîl" kir. Di nimêja sivîl de
endam û rêveberên BDP'ê Şaredarê Sîlopiyê Mehmet Emîn Togurlu, endamên
MEYA-DER, KURDÎ-DER û gelek kesên din amade bûn. Welatiyan li gel barana
zêde nimêj kirin. Ji ber barana zêde welatiyan poşet li serê xwe
girêdan. Welatên li dervê kon nimêj kirin li erdê karton, naylon û
bataniye raxistin û li derve nimêj kirin. Li vir jî xutbe bi kurdî hate
xwendin.
Hate dîtin ku ji ber her kes hate kon nimêj kir, mizgeft vala derbas bûn.
NISÊBÎN
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî girseya ku li "Konê Çareseriya
Demokratîk" a Parka 100 Yilê hatiye vedan bi girseyî nimêja sivîl kirin.
Bi hezaran kesên li pêş kon kom bûn bi girseyî nimêj kirin. Beriya
nimêjê Mela Mehmet Yildiz bi kurdî waaz dan û xwest kes neyê polîtikayên
qirêj.
EDENE
Li navçeya Seyhan a Edeneyê jî gelek waletî li ber "Konê Çareseriya
Demokratîk" ê li taxa Ova hatiye vedan kom bûn û bi girseyî "Nimêja
sivîl" kirin. Li vir jî nimêj û xutbe bi kurdî hate xwendin.
ÊLIH
Li Êlihê di çerçoveya biryara "Çalakiyên sivîl ên bêîtîatî" ku ji
hêla DTK'ê ve hatî destpê kirin, li tenişta Konê Çareseriya Demokratîk a
li hewşiya Şaredariya Êlihê hatî danîn, Nimêja Înê hate kirin. Bi sedan
kes tevlî nimêjê bûn. Beriya nimêjê mele weazê da. Di weazê de mela
bersiva nirxandinên rayedarên ku hate gotin nimêja li derve an jî li ber
konê tên kirin "îstîsmara olî tê kirin" da. Mele di weazê de diyar kir
ku esil yê îstîsmara olî dike kesên mizgeftan li gor pergala xwe îşgal
kirine, wek ku di Quranê de dibêje "Yê ziman û nasnameya gelekî tune
dihesibîne Xwedê înkar dike" ye. Her wiha kesên ku ji taxan dihatin û ji
nimêjê dereng mane, gengeşiya wan dîmenek balkêş derket holê.
QOSER
Li "Konê Çeraseriya Demokratîk" a Qoserê nimêja înê ji aliyê meleyê
sivîl ve hate kirin. Bi kurdî xutbe û weaz hate dayîn. Di nimêjê de bi
hezaran kesan ref girtin. Meleyê ku nimêj da kirin di xubeyê de qala
pirçandiyê kir û bal kişand li ser biratiya gelan. Mele da zanîn ku
cudatî dewlemendî ye û divê her ke bawerî û îbaeta xwe bi zimanê xwe bi
cih bîne û di Qaranê de polîtîkayên asîmilasyon û nijadperest cih
nagirin.
ÎZMÎR
Li "Konê Çareseriya Demokratîk" ê li Parka Agorayê jî nimêja înê hate
kirrin. Bi sedan kes li kon nimêj kirin. Li gorî hefteyên borî vê
hefteyê tevlibûn pir zêde bû. Jinan jî di hundirê kon de nimêj kirin.
Beriya nimêjê xutbeya bi kurdî hate dayîn. Piştre jî nimêj hate kirin.
WAN
Li "Konê Çareseriya Demokratîk" ê li Parka Ehmedê Xanî 2 hezar kesan
di bin pankartên "Ji bo jiyaneke bi rûmet yan azadî yan azadî" "Bila
benda hilbijartinê bê rakirin" "Em mafên xwe yên perwerdehiya zimanê
dayîkê dixwazin" de ref girêdan. Li gel baranê Mele Abdulmecît Kîat
nimêj da kirin. Mele Abdulmecît Kîat xutbeya kurdî xwend û got ku ne di
Quranê de ne jî di Încîlê de neheqî nayê qebûlkirin. Piştre bi hezaran
kesan bi hevre nimêja înê kirin.
BAZÎD
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi sedan kes li konê hatiye vekirin
nimêja înê kirin. Mele Adil Çoban beriya nimêje xutbe bi kurdî da û bal
kişand li ser biratiyê. Her wiha qala nimêja înê ya sivîl kir.
MÛŞ
Li navçeya Kopê ya Mûşê jî li kon nimêja înê hate kirin. Nimêj li
qiraxa pankartên weke "Jibo jiyanek bi rumet an azadi an azadi" "Bi
Xweseriya Demokratîk ve ber bi Komara Demokratîk" û 4 xalên acîl ên
daxwazên kurdan vedibêje hatine daliqandin hate kirin. Li gel ku li nêzî
kon mizgeft heye jî welatî hatin kon nimêj kirin. Mele Alî Yildiz xutbe
da. Mele Yİldiz bal kişand li ser biratiya gelan û hikûmeta ku ol dika
amûrê berjewandiyên siyasî rexne kir. Yildiz da zanîn ku li herêmê
qereqol, medrese û mizgeft pir zêde ne û ev jî polîtîkayên dewletê ne.
Yildiz dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê bi salan e ji bo ku xwîn neyê
rijandin û aştî pêk bê mizgeftan rola xwe nelîstine û heke ev rol bihata
lîstin ev xwîn jî dê nerijiya.
COLEMÊRG
Nêzî 2 hezar kes li ber Konê Çareseriya Demokratîk ya ku li cadeya
Bulvar a Colemêrgê hatî vedan nimêja xutbe kir. Ji ber ku di konê de cih
nema li derwe ligel baranê nimêja xutbê hate kirin. Her wiha jin ji li
avahiya BDP'ê nimêja xwe kir. Wekîlê BDP'a bajar Orhan Koparan, di
axaftina xwe de bal kişand ser helwesta hikûmeta AKP'ê ya înkar û
îmhayê. Koparan, destnîşan kir tu carî kurd dest ji têkoşîna azadiyê
bernade. Koparan, got ku ev bangî serokwezîr dikin bila operasyonan
rawestine û li ser xwîna mirovan bila siyasetê neke.
GEVER
Li navçeya Gevera Colemêrgê ji nimêja xutbe hate kirin. Xutbe li
parka Musa Anterê pêk hat. Gelek kes ligel baranê nimêja xwe domand.
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ji tevli nimêja xutbe bû. Endama Meclisa Giştî
ya Bajar Ferheng Yazgan, da zanîn ku ligel hewldanên demokratîk a gelê
kurd hikûmeta AKP'ê pêkûtiyên xwe ya li hemberî kurdan bê navber
didomîne û her wiha madekariyên dagirkeriyeke nû dike. Yazgan, di
axaftina xwe de bal kişand ser 7 endamên PKK'ê yên ku jiyana xwe ji dest
dane.
STENBOL
Di Konê Çareseriyê ya li qada Bakirkoya Stenbolê hatî vedan de bi
sedan kes nimêja xutbe kir. Her wiha jin ji tevli nimêja xutbe bû.
Parlamenter Sebahat Tuncel, bal kişand ser helwestên hikûmetê û da zanîn
ku divê Erdogan bizanibe ku li kû nimêj pêk bê bila bibe bawerî girîng
e. Tuncel, da zanîn kon ji bo van cihê demokrasiyê ye. Her wiha hate
diyar kirin ku dê piştî 11'ê nîsanê konê bibin Metroya Aksarayê.
MÊRSÎN
Konê çareseriyê ya ku li taxa Guneş a navçeya Akdenîza Mêrsînê hatî
vedan rastî eleqeyeke mezin tê û her wiha li konê nimêja xutbe hate
kirin. Kurdî vaaz hate dayîn.
ANF NEWS AGENCY