Barzanî di Newrozê de dewleta Kurdî radigihîne û Talabanî jî razî ye!
01 Sibat 2012 Çarşem
AVESTAKURD - Hate ragihandin ku serokê
Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê Newrozê de amadekariya ragihandina
dewleta kurdî dike.
AVETSA KURD
Di derbarê vê yekê de Barzanî wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar
Zêbarî jî agahdar kiriye.
Ajansa nûçeya ya Iraqê El Nexîl di nûçeyeke xwe de ragihand
ku Barzanî ji Zêbarî re gotiye ku welatên Ewropa bi giştî piştgiriya avakirina
dewleta kurdî dikin.
Her wiha Barzanî ji Zêbarî re gotiye ku helwesta Frensa û
Brîtanya di vê derbarê de ne pir zelal e.
Amerîka jî gotiye ku hîn dem ji bo vê yekê ne amade ye, lê
belê weke prensîb ne li dij e.
Barzanî her wiha destnîşan kiriye ku ew ji bo ragihandina
dewleta Kurdî pêwendiyên xwe bi Neteweyên Yekgirtî û Konseya Ewlekariyê re
berdewam dikin.
Helwesta Rusya û Çîn jî heta niha ne diyar in.
Barzanî ji Zêbarî re gotiye ku ew li ser kar dikin ku
Tirkiyê jî razî bikin.
Ji bo ragihandina dewleta kurdî, Barzanî giraniyê dide ser
çêkirina referandumê.
Serok Barzanî ji Zêbarî daxwaz kiriye ku sefîrên Kurd yên
Iraqê rola xwe bilîzin.
Weke tê zanîn girîngritîn balyozxaneyên Iraqê di destê
Kurdan de ne.
Hate zanîn ku Barzanî ji bo ragihandina dewleta kurdî serokê
Iraqê Talabanî jî agahdar kiriye, Talabanî erênî nêzîkî vê biryara Barzanî bûye
û razîbûna xwe diyar kiriye.
|