Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-03-28, 5:33 PM
Menu du site

Section categories
My files [88]

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

File Catalog
Main » Files » My files

Seferberiya Xweseriyê
2010-12-06, 9:17 PM


Kongreya Civaka Demokratîk piştî 4'emîn Lijneya Giştî ya Asayî ku biryara "Avakirina Xweseriya Demokratîk" dabû niha jî ji aliyê Komîsyona Rêxistinkirinê ya KCD'ê ve biryara berfirehkirina Meclisên Bajar hate girtin

SEFERBERIYA XWESERIYÊ

Komîsyonên KCD'ê di çerçoveya avakirina Xweseriya Demokratîk de xebatên xwe berfireh kir. Di vê çerçoveyê de Komîsyona Rêxistinkirinê ya KCD'ê di navbera 2-3'ê kanûnê de li Amedê civîn pêk anî. KCD'ê piştî civînê li ser encama civînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, pêvajoya siyasî hatiye nirxandin û tespîta "Bi giştî şaristaniya bi dewlet, taybetî jî krîza kapîtalîst a modern her ku diçe kûr dibe."

LI PEY RANTA SIYASÎ NE
Di encamnameyê de helwesta AKP'ê hate nirxandin û wiha hate gotin: "Derket holê ku AKP hemû karê xwe yê polîtîk û dîplomatîk ji bo tasfiyekirina azadiya gelê kurd dimeşîne. Hemû dewlemendiyên Tirkiyeyê yên ser axê û bin axê ji bo polîtîkayên xwe ji hêzên navneteweyî re pêşkêş dike. AKP di hundir de desteserkirina desthilatdariyê temam kiriye û di hilbijartinên 2011'an de jî dê vê pêvajoyê temam bike. Di vê çerçoveyê de fersendên ji bo ku di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên civakî çareser bibe derketine holê bi awayekî pragmatîk bikartîne û pûç dike" Di encamnameyê de tê diyar kirin ku AKP biryara bêçalakîtiyê ya PKK'ê jî vegerandiye ranta siyasî û armanca wê bê bandorkirina siyasete kurd e.
Di berdewama encamnameyê de li ser hevdîtîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rayedarên PKK'ê hate rawestandin û wiha hate gotin: "Ligel hêviyên ku di encama hevdîtina rayedarên dewletê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, derketibûn holê hêj tu gav nehatine avêtin. AKP, li aliyekê wekî ku pirsgirêka kurd çareser dike tevdigere li aliyê din jî pêşniyarên birêz Abdullah Ocalan û gelê kurd li ber çavan nagire, mijûl dike û di polîtîkaya tasfiyekirinê de israr dike."

XWEREXNEKIRIN…
Di encamnameyê de li ser encama civinê de KCD'ê li ser mijara avakirina Xweseriya Demokratîk de xwerexneya xwe da û wiha dom kir; "Komîsyona me ya rêxistinkirinê ji bo avakirina Xweseriya Demokratîk pêywîra ku ketiye ser milê wê bi cih neaniye. Li hemberî polîtîkayên qîrkirinê yên leşkerî, siyasî û çandî ji bo ku xweseriya demokratîk bikeve nava jiyaneke xebateke têrî nehatiye kirin. Şewazekî şûna avakirina civakeke demokratîk, xebatên demî hatine meşandin. Civîna me ev mijar bi berfirehî destgirtina û rexne kirine."

MECLISÊN BAJARAN
KCD'ê biryar da ku heta dawiya çileyê 2011'an li hemû bajaran Meclisên Bajêr bêne avakirin. KCD'ê di daxuyaniya xwe de wiha domand; "Di çerçoveya xebatên hiqûqî yên ewlehiya gel ên Xweseriya Demokratîk de êdî pêwîste bi her awayî bê berfirehkirin û sererastkirin. Li dijî fihûş, tiryakê û qirkirina çandî bi vî awayî ji bo avakirina ewlehî û azadiya gelê kurd divê xebat bê berfirehkirin. Wekî encam, em bang li hemû derdorên demokratîk, hemû hêzên siyasî û sivîl ên bi bingeha welatparêzî girêdayî, dikin ku li hemberî polîtîkayên mijulkirinê, parçekirinê û tastifyekirinê di têkoşîna aştî û azadiyê de ji bo xebatên avakirina Xweseriya Demokratîk li cem gelê kurd cih bigirin."

Azadiya Welat - AMED
Category: My files | Added by: volongoto
Views: 740 | Downloads: 0 | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024