Konferasa neteweyî ya ciwanên kurd ku li bajarê Amedê hatibû li darxistin duh bi dawî bû.
Li gorî nûçeyên li Bakurê Kurdistanê duh li bajarê Amedê, li Navenda Cegerxwîn ya kultûra Kurdî, konferanseke berfereh ku ji ciwanên her 4 aliyên Kurdistanê pêkhatibû, bi awayeke serkeftî bi dawî hat.
Konferansa ciwanan, di roja 16 û 17’ê Adarê de, gelek bi wate bû, ji ber ku di wê rojê de, komkujiyeke bê wêne li bajarê Helebçeyê ji aliyê rêjîma Bees ve pêkhaibû, her wiha di despêka konferansê de jî, bi wêne û sinivizyonê, komkujiya Helebçeyê hate bi bîranîn."
Her wiha di
konferanse de hate diyar kirin ku konferansa duyemîn ya ciwanên netewî,
dê li başûrê Kurdistanê bête lidarxistin û delegeyên wê konferansê, dê
ji nûnerên hemû part û rêkxistinên siyasî û sivîl pêk bên.
Hêjayî gotinê ye ku di roja 16-17'an de, konferanseke netewî ya ciwanên Kurd li Bajarê Amedê destpê kir,
her wiha di wê konferanseyê de, ciwanên her 4 aliyên Kurdistan û yên li welatên Ewropa û Kenede û Amerîka û welatên paşmayê yekîtiya Soviyeta berê jî beşdarî bûne.