Fîlma kurdî ‘Berf’ê xelat girt
, Adar 3rd 2011 7:21 PM
Stenbol, 3 Adar (AKnews) – Di Mihrîcana Fîlman a Stenbolê de, ji
nava 43 fîlmên ku di nava "Hilbijareyên Kurt ên Tirkiyeyê” de cih
digirtin, fîlma "Berf” ku bi kurdî hatibû kişandin "Xeleta Temaşevanan”
girt.
Fîlma
"Berf” ku derhênertiya wê Erol Mintaş kiriye, çîroka dayikek û kurê wê
neviyê wê ku li gundekî biçûk ê Agiriyê dijîn vedibêje.
Di fîlmê de daxwaza dawî ya dayikê "mistek berf” e û kul û kedera dayikek ku kurê xwe winda kiriye tên zimên.
Derhêner
Erol Mintaş, derbarî mijarê de ji AKnewsê re got, ne li benda xelatê bû
û domand, "Min digot fîlm kurdî ye û texmîn dikir ku, negihê
temaşevanan.”
Nûçe: bb Wergêr: ym (AKnews)
|