Gabar Çiyan
Ez,
di dema xortbûnê de, salên berî 80 pê hisiyam ku Kurd li derveyî
Kurdistanê, hejmarek mezin li Israîlê, komarên Soviyetê û aliyê
Anatoliayê jî hene.
Sedemên bicîhiştina Kurdistanê û rewşa wan ya îro ji awira parastina ziman û çanda xwe, ji min re bûbûn cihê pirsê.
Bajarê
ez lê mezin bûm Nisêbînê, başûrê biçûk, yê mezin û bakurê welêt bi hev
girê dide, anku li ser tixûbên hersê şaxên welêt ava bûye. Bazirganiya
dewletên ereban û Turkiyê di ser Nisêbînê re, bi rêya kemyonan û
barkirinê pêk tê.
Salên
berî 80 î hetanî 90 î jî, hejmarek mezin ji şifêrên wan kemyonan ji
aliyê Konyayê bûn. Bi rêya wan, li ser rewşa kurdên li Anatoliayê bûbûm
xwedî zaniyar.
Li
Nisêbînê hejmarek Kurdên Cuhû hebûn. Beşek ji wana barkir û li Israîlê
bi cî bûn. Hebûna Kurdên Cuhû, anku Cuhûyên ji Kurdistanê li Israîlê bi
rêya wan fêr bûbûm.
Piştî
derketina derveyî welêt bû nesîb ku ez li ser herdu rehên me, Kurdên
Anatoliayê û Kurdên Cûhû kûr bibim. Ew ji sedemên cewaz ji xaka welatî
derketibûn. Lê îro, mîna duhî bi ziman û çanda Kurdî ve girêdayî ne. Ew
jî mîna me hez ji welatê xwe dikin. Tiştên em pê dilxweş dibin, ew jî
dibin, bi buyerên xemgînî re, xemgîn dibin û bi me re rondikan
dibarînin.
Ji
min re bû cihê kêfxweşiyê ye ku lêkolînek min li ser Kurdên Anatoliayê
pêk hat. Lêkolîna min ”Dîroka Sirgonkirina Kurdan” ji awira
rojnamevaniya lêkolînêrî ve di 1993 de xelata Mûsa Anter ya
rojnamevaniyê girt. Heman lêkolîn bû pirtûk û ”Dîroka Sirgonkirina
Kurdan, ji bo piştgiriya rojnameya Yeni Ulke yê hate belav kirin.
2008
an de, bi hejmarek ronakbîrên Kurd û Kurdên Cuhû re hevpeyvînên min di
medîa kurdî de belav bûn. Di wan de cara ewil li ser têkiliyên Kurd û
Cuhûwan rêya niqaşê hate vekirin. Helbet xebatên min yên destpêkê bûn.
Paşê hejmarek pirtûk ji aliyê Kurdên Anatoliayê û hejmarek nivîskarên ji
Kurdistanê belav bûn û wan xebatên pir hêja pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî
kirin.
Di vê nivîsê de ez ê hinekî ji nêz ve ji wan xebatan li ”Dîroka Kurdên Koçber 1-2” ê binêrim, li ser kur bibim.
Nivîskarên
herdu pirtûkan Şoreş Reşî ye. Ez gelek ji ronakbîrên Kurd yên li
Anatoliayê mezin bûne nas dikim. Yek ji wan jî lêkolînêr Reşî ye. Ew
têra xwe zîrek e. Ez bûm şahidê xebata wî ya li ser herdu pirtûkan. Di
dema amadekirina wan de, piralî dokument, pirtûk û nexşe berhev kirin.
Werger û analîza wan bi mehan domand. Wî bê westan da pey şopa rehên
Kurdên li Anatoliayê, gera wî dirêjî bajarên Kurdistanê û Xorasanê bû.
Wî bi mirovan re axifî, wêne kişandin û ji rîsipiyên li jiyanê zaniyarî
berhev kir. Bi metoda ”INTERVJUVA DEVKΔ ku li cîhanê populer e, û bi
rêya şahidbûn û qisekirina kesan li ser bûyerên sedsala dawî zaniyariyên
pir hêja bi dest xist. Herdu pirtûkên wî, pişta xwe didin gelek
çavkaniyan.
Îdîayên
nû tê de hene ku, dîroka fermî ya turkan dê serûbinî hev bike. Weke
nimune di destpêka avabûna Osmaniyan de, êlên cewaz li Anatoliayê bi cî
bûbûn. Yek ji wan jî ”Karakoyun” e. Li gorî dîroknasên turkan,
Karakoyunî turknijad in. Turkan anîne wê rewşê ku nijada Karakoyunan bê
niqaş turk hatiye pejirandin. Lê nivîskar Reşî ji çavkaniyekê derdikeve
rê û dide pey şopa koka Karakoyunan. Paşê bi dokumentan ispat dike ku
ew, ji koka ”Beraniyan” tên û bi eslê xwe Kurd in…
Pirtûka
yekê bi giştî li ser dîroka Kurdistanê ye û hinek şaxên wê cî dide
pirsa Kurdên koçberbûyî. Nivîskar li ser sirgonkirina kurdan di pirtûka
duwê de kur dibe. Lêkolîna wî destpêka avabûna Imparatoriya Osmaniyan,
heta dawî û hilweşandina imparatoriyê hemêz dike.
Pêşiyên
Kurdên li Anatoliayê, bi eşîr û bavikan derdixîne holê. Li ser adet,
tore, diyalekt û ola wan radiweste. Qirkirina Kurdan ji aliyê hêzên turk
û farisan ji ber sedemên cewaz dem bi dem derdixîne holê. Paşê bi
giranî li ser barkirin, koçberî anjî sirgonkirina wan kur dibe. Şaxên
belavbûyî yên bavik û eşîran li Anatoliayê û Xorasanê bi wêne, dokument û
nexşeyan dihêne ber çavan. Dîtina bi wan re dide mirovî. Li ser man û
bicîhbûna wan li welatê xerîbiyê zaniyariyên nû û balkêş dide mirovî.
Weke mîsal, nivîskar qala sîstema ”Derbend” ya Osmaniyan dike û di gel
zaniyariya li ser sîstemê, bi axafitina qûrbanên sîstemê jî wêneyekî pir
bi hêz dide xwendevanên xwe:
”Dewleta
Osmanî ji bo ku Kurdên bi darê zorê dabû koçber kirin, li cihên şandî
bimînin, wê demê sîstema korîcîtiyê yanê ”Teşkîlata Derbend” ava kir. Li
cihên stratejîk qerekol ava kirin û nava wan jî , gelek caran bi
leşkerên Kurdên girêdayî hikumetê tijî kir, ji bo ku Kurdên vedigerin
welatê xwe re bibin asteng. Ji wana çend wiha ne: Di navbêra Riha û
Bîrecîkê de Çarmelik, di navbêra Ayas û Berendî de Kurt-kulaxî, li
navbêra Misis û Antakyayê de Baxras, Li Kirşehîrê Kesîk Kopri, Li Sêwasê
Alaca Han û Hesen Çelebi ye.
Xalê
Bavê min Heciyê Mamî Tozê (1903-1898) digot: Êla me dixwest dîsa vegere
Kurdistanê, lê derbenda Kesîk kopruyê girtine û yên me nikarîbûne, bi
vî awayî em parçe bûne…”
Di
dawiya pirtûkê de, tevayên eşîr û bavikên hatine ajotin tê eşkerekirin.
Reşî, li ser eşîr, bavikên ajotî zaniyariyên nû dide meriv. Hinek ji
wan eşîran jî ev in:
Şadiyên Xorasanê, Reşî, Şêxbizinî, Canbeg, Badilî, Celikan…
Di
gel aliyê zaniyariyê, nirxek din heye heye ku pirtûkê giranbuha dike:
Bi Kurdî hatiye nivîsîn. Zimanê wê kêşer e. Xweş e. Peyvên biyanî ji
gelek aliyan ve tên ronîkirin. Bi zimanek xurt û bilind hatiye nivîsîn.
Di 330 rûpelên a-4 de qelîteya ziman herku diçe bilid dibe û kêşara wê
mirov bi xwe girê dide.
Bê
guman e ku, ji bo xwendinek hêsantir, bi kêşar û fêdetir pêwîst bû
teknîka nivîsînê, rêzkirina tîp û nexşeyan jî pir baş plan bûba. Ji bo
bi cîkirina nexşeyan, hilbijartin û cîhkirina rengên tîpan plana hatiye
kirin, dikaribû pir baştir pêk bihata.
Kurt
û kin, herdu pirtûk gelek rûpelên winda yên ji dîroka Kurdistanê ronî
dike. Dîroka ajotina Kurdan mijarek giring e ku dê pêşerojê jî bibe cihê
niqaşên piralî. Xebata Reşî ji gelek awiran ve dê bibe cihê niqaşê û
sûdeyên piralî bighêjîne me. Pirtûk bi Kurdiyek xweş hatiye nivîsîn.
Hilbijartina zimanê Kurdî ji bo berhemek dîrokî ji aliyê Kurdên li
Sirgonê ve bi serê xwe ispatek mezin e ji bo girêdana wan bi zimanê
Kurdî û xaka welatî. Her du pirtûk jî du kaniyên hêja ne û pêwîst e li
ber destê mirov be.
Pir giring e ku em li dîroka xwe, ji awira dîroknasên xwe û ji paca wan temaşe bikin.
Herdu pirtûk di tebaxa 2008 an de di nav weşanên Instîtuya Kurdî li Stockholmê derketin. Hûn dikarin bi rêya
kurdiskainstitutet@yahoo.se Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be
pirtûkan bixwazin.
|