6 emin rojnameya rojane Rojeva Welat sibê derdikeve
2010-09-07, 11:31 PM
6 emin rojnameya rojane Rojeva Welat sibê derdikeve
Li Tirkiyeyê piştî 5 rojnameyên rojane bi kurdî weşanê dikin rastî
cezayan hatin, 6'emîn rojnameya rojane bi navê Rojeva Welat sibê yekemîn
car derdikeve pêşberî xwendevanan.
07/09/2010
Li Tirkiyeyê piştî 5 rojnameyên rojane bi kurdî weşanê dikin
rastî cezayan hatin, 6'emîn rojnameya rojane bi navê Rojeva Welat sibê
yekemîn car derdikeve pêşberî xwendevanan.
Li Tirkiyeyê piştî
15'ê tebaxa 2006'an de Rojnameya Azadiya Welat rojane dest bi weşane kir
û hita niha 6 rojnameyên rojene rastî cezayên girtinê hatin. Ji 2006'a
heta niha Azadiya Welat, Rojev, Dengê Welat, Welat, Hawar ku rojane
weşan dikirin bi hinceta "Propaganda rêxistinê kirin rastî cezayê
girtinê hatin. Piştî girtina 5 rojnameyan 6'emîn rojnameya rojane
Rojnameya Rojeva Welat dest bi weşanê dike. Rojnameya Rojeva Welat sibê
yekemîn car derdikeve pêşberî xwedevanên xwe. Xwediyê Rojnameyê Eser
Uyansiz, diyar kir ku li gel hemû zext û zordariyên li ser rojnameyên
kurdî, ew naxwazin gelê kurd bê rojname bibînin. Uyansiz, anî ziman ku
rayedarên hikûmetê her tim dibêjên kurdî serbest e û wiha got:
"Serokwezîr di mitinga Amedê de jî heman tişt dubare kir lê heta niha
zext û zordariyên li ser zimanê kurdî, çapemeniya kurdî zêdebûn. Di nava
4 salan de 5 rojnameyên bi kurdî weşanê dikin rastî cezayan hatin."
Uyansiz, da zanîn ku armanca hikûmet û rayedarên dewletê ew ku zimanê
kurdan têkbibin û ji ber vê yekê jî êrîşê li ser rojnameyên rojane yên
kurdî dikin.