Li Kurdistané boykotè Serkeftinek Mezin bidest xist
2010-09-12, 10:46 PM
Li Kurdistanê boykotê serkeftinek mezin bidest xist
Kampanyaya boykotê ya Partiya Aşitî û Demorasiyê li Kurdistanê
serkeftinek mezin bi dest xist. Li bajarên ku BDP’ê berê jî lê bibû
yekem, vê carê jî hema bêje li jêrê ji sedî 50 ye.
ANF'ê ragihand, ku li Ameda ku
çavê her kesî li bendê bû, rêjeya boykotê ji sedî 65 e. Ji 849 hezar û
859 hilbijêrên Amedê 299 hezar û 422 kes çûn ser sindoqan. Ji nîvmilyonê
zêdetir hilbijêr deng bikar neanî.
Li Wanê, ji 530 hezar û 750 hilbijêran 230 hezar û 194 çûne ser sindoqê. Rêjeya boykotê jî ji sedî 56 e.
Li
Colemêrgê, li gorî encaman ji sedî 88, 8 hezar û 243 kes deng bikar
anî. Ev jimar jî ji sedî 7 nîşan dide. Yanî rêjeya boykotê ji sedî 93
ye.
Li Şirnexê ji 197,014 hilbijêran tenê 44 hezar 297 deng hatin bikaranîn. Rêjeya boykotê jî ji sedî 77 e.
Li
Batmanê jî gelek sindoq hatine vekirin, ji 260 hezar û 955 hilbijêran
100 hezar û 973 deng bikar anîn. Rêjeya tevîlbûnê ji sedî 36. Rêjeya
boykotê ji sedî 63 e.
Li Mêrdînê jî ji sedî 57 yê hilbijêran neçûn ser sindoqan.
Li Sêrt û Îdirê rêjeya boykotê derdorê ji sedî 50 e.
Li Mûşê ji sedî 46 hijbijêran neçûn ser sindoqan.
Li Dêrsimê jî ji sedî 35’ê hilbijêran zêdetir li gel eniya boykotê cih girt.