Serhildananên kurdan-I- Serhildana Babanan a herî mezin di sala 1806’an de, bi serokatiya Evdirehman Paşa çêbû. “Kurdên Babanî li Silêmaniyê li hemberî Osmaniyan serî hildan û Osmaniyan têk birin û desthilatdariya herêmê ket destê wan
04/10/2010
Mihemed Ronahî
BABANÎ
Merheba xwendekarên hêja, Ez ê ji îro û şûnde her duşemê bi quncikê xwe yê bi navê “Deqerû” derkevim pêşberî we û yên di heqîba xwe de bi we re par bikim. Ez ê bi dosyeyeke taybet dest bi nivîsên xwe bikim. Dosyaya Serhildanên Kurdan dê wek rêzenivîsekê ji Babaniyan heya PKK’ê dê bidome.
Ez ê wekî civaknasekî kurd hewl bidim ku bi nêrîneke sosyolojîk berê xwe bidim dîrokê û yek bi yek li ser têkoşîn, serhildan û berxwedanên kurdan ên li hember neyaran rawestim. Ez ne dîroknas im, agahiyên min ên dîrokî ne agahiyên akademîk in, min ev agahî ji çavkaniyên heyî bi dest xistine û bi vê xebatê mexseda min ne aşkerakirin û ronîkirina dîroka kurd e. Bes min mexsed ji vê xebatê analîzeke sosyolojîk e li ser dîroka me, da ku karibim bi lêkolîna li ser serhildanên kurdan perspektîfekê bidim xwendekêr.
Em ê serhildanên kurdan ji Mîrektiya Babanan bidin destpêkirin. Di dema avabûna Mîrektiya Babanan de Kurdistan di bin dagirkeriya du dewletan de bû. Osmanî û farisan Kurdistan di nîvî de li hev par kiribûn. Mîrektiya Babanan di sînorê herdu dewletan de, li Silêmaniyê ava bû. jixwe ev bajar ji alî vê mîrnişîniyê ve hat avakirin û navê xwe jî ji Baba Silêman digire. Avakar û damezirînerê vê mîrektiyê Baba Silêman e. Sedema mezinbûn û pêşketina Mîrektiya Babanan herî zêde ji dest erdnigariya mîrnişîniyê ya stratejîk bû. Lewre mîrektî di nava herdu dewletan de bû û her carê ji van herdu dewletan bi yekê re li hev dixist. “Mîrektiyê siyaseta xwe jî li gorî vê yekê pêkdihanî. Baş dizanîbûn ku ji van herdu dewletan kîjan pêşkeve dê hewl bide ku Babanan ji holê rake.” Ji ber vê yekê jî Babaniyan her carekê xwe dida aliyekî, bi yê din re şer dikir.
Ji mîrekên Bebeyê Bekir Beg çav berdabû Kerkûkê. Ji lew, di nava wî û Osmaniyan de şer derket û Bekir Beg hat kuştin (1716). Baban pênc salan di bin desthilatdariya Osmaniyan de ma. Piştre Xane Paşayê biraziyê Bekir Begê bi dewleta Osmaniyan re li hev kir û di sala 1721’ê de heya derekê dîsa welatê Bebeyê xist bin destê xwe. Ji ber ku Xane Paşa bi Osmaniyan re çû sefera îranê îdareya Erdelanê jî ket bin destê Babanan. Lê di şerê Xanê Efxanî û Osmaniyan de ji ber ku Xane Paşa aligiriya Xanê Efxanî kir û bû sedema