Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSFriday, 2024-03-29, 3:42 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Gotinen Mezinan---Kürdçe ata sözler » Metelok » Gotnen Bavpira 2
Gotnen Bavpira 2
volongotoDate: Wednesday, 2011-10-19, 9:09 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Extiyari dojeha jiyane ya

Fistanê qîza sore, çavê xorta kora

Ga dikeve kêr lê pir dibin

Piştî tengasîya firehîye.



Penus ji şur bi heztire.



Pel mare razayi neke.



Qenciyê bike bavêje avê.



Qûna tazî tenbûrê di xwazî



Rastî tehle



Rastî şûrê Xwedêye.



Rakirina zilme ji zilmdara nexwazin.



Revî nediçu kule hejik bi dûvê xwe vedikir .



Rîh dibe bost lê dijmin nabe dost.



Riya dirêj ji gava biçûk destpê dike.



Roja xweş ji sibêda kifşe.



Rûvî du cara nakeve xefke.



Şam şekire welat jê şerîntire



Serê ne êşe dismalê lê girê mede.



Sere berjer naye jekirin.



Serê bênamus cinetê nabine



Sere qijika qeli je çenabe.



Serê du berana dî beroşkêda nakele



Serê keçel başe di bin kumde



Ser pehati ji hakime lokman çetir dizane



Şêr Şêre çi jine çi mêre



Şûjna di çavê xwed nabîne derzya di çavê



Tenûr bi tir û fisa germ nabe



Tirek û du tir licem tireka wek hevin



Tifka sayi şerm bike ji xweyi



Tişta çû nede dû



Tir li ku û das li ku



Tu dizbe şevê reş pirin



Tu çi biçînî te wê hilînî



Xebera xweş mar ji qulê dertîne



Xeta xwer ji gayê pîre



Xwar rûnê û rast biaxif



Xwelî li wî serî ku hefit serî jê ne êşin



Xweliya mêr û jinê ji heve



Xwediyê sebrê biye mîrê Misrê



Xwede çiya dibîne berfê lê dibarîne



Yê dara dixwe ne weke yê dijmêre



Yekî ne go mendo kerê te bi çendo



Yê tişteki nizanibe tişteki ji bir nake



Wek sêwyê eba bavê xwe li xweke



Va şar û va minşar

Giyayê hewşê tahle

Giya di bin kevira da namîne

Go Erebê çima quzê te reşe, go malê min eve

Go koro tu çi dixwaze go çav.

Gotina rast sonda naxwaze

Gotina xweş buhara dila ye

Gotnê êvara dikevin qulê dîwara

Golikê malê ji gayê malê natirsê

Golkek navê garankê xerab dike

Girt bi şiri bernada bi biri

Her dik li ser luse xwe bang dide

Hesîl xiranabe hingiv genî nabe

Her teyr bi refê xwera difıre

Her dînsisek îmansisek jêre lazime

Hesin hesin dibire

Hespê çê êmê xwe zêde dik

Her giya li ser koka xwe şîn dibe.

Herkes mêrê roja xweye

Hespê nêr ji simê xwe şer nake

Hinbüyi ji harbüyi xerabtira

Însanê bê esas ne dibe tevr ne dibe das

jiyana mezluma ji yê zalima dirêjtire

jahr ji celiyen mara qut nabe.

Ji ave be deng diherike bitirse

Ji bo mirov jiyan nehatiya dayin, hatiye kirekirin

Ji piçûkan xeta ji mezinan efû

Ji derda rû berda

Ji kar netirse bila kar ji te bitirse

Ji tirşkê re xal û xwarzê û ji şera re ap û birazê

Kê dinya dot ê ku kirî û firot

Kese ku mirine bibine bi nexweşiye raziye

Kesek nabêje dewê min tirşe

kera nebin nav kera da ji hev fêrnebin tir û fisa

Kero nemir heta qîvar şînbê.

Kevirê giran di ciyê xweda başe

Kevrê havîna bavêj pişt kulîna

Kesê sîra nexwê bêhn jê nayê

Keçel hekim bûya wê dermanek ji serê xwera bidîta

Kûcik goshtê kûcik naxu

Ku pişta min heba zikê min ne di êşiya.

.Kurmê şîrî ta pîrî

.Kurmê darê ji darê ye

Ku tu neke bi ya mezina wê quloçê te bibin wek yê bizina.

Ku tu çuyi bajareki kora çaveki xwe bigre

Ku tu bibe hasp we siware te zede bin

Lêv ji diranan pêştirin

Li welate kora çavşaş dibin qıral

Mala pîrê stara pîrê

Mala têr jin xerabû ji bin.

Masî di behrê di nayên kirîn

Mirov bi pirsê diçe Qudsê

Mih bi nigê xwe û bizin bi nigê xwe

Mih nediti naye kirine

Meznaya bi qala (gotina) nabe sala

Navik mezin li gundek kavil.

Nikare bi kerê dire kurtên.

Ne çixara ber bê, ne kutana nav kayê.

Ne ji gelaca ba wê gur û mî bi hevre bimeşiyana

Ne sar li te tê ne germ li te tê.

Ne xwar û ne da hevala genîkir avêt newala

Pîrê bahwer nekir mêrkir dawa next û hefteka kir.
 
Forum » Gotinen Mezinan---Kürdçe ata sözler » Metelok » Gotnen Bavpira 2
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024