nalînek- Koma Xelîkan - Forum
Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSSaturday, 2016-12-03, 12:38 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
Page 1 of 11
Forum » Gotiné strane kürde Anadoluya Navin » nalînek- Koma Xelîkan » nalînek- Koma Xelîkan
nalînek- Koma Xelîkan
volongotoDate: Thursday, 2011-10-06, 9:53 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
nalînek- Koma Xelîkan



...Bi taybetî mûzîka Kurdên Anatoliya Navîn,
behreke wisa ye ku bi hest û ramaneke çavlipaş û

sûrgûnî hatiye honandin. Di stranan de xemdarî û bendewarî cihekî girîng digirin...

Cih û warê Kurdên Anatoliya Navîn, bi axîn û bi kul û derd e, bi gotina rast axa wê bi nalîn û fîxan e. Wê çi sûrgûnî û çi malwêranî, wê çi êş û jan dîtin. Ger ku mirov erdê wê bikole wê hesreteke bi çendî çiya tê de bibîne. Ango, hesreta welatê bav û kalan, hesreta bîranînên li paş mayî, hesreta zarokatiyê an jî xewn û xeyalên zozanên rengîn.
Li vê dinyayê tiştekî zor heye ku navê wê xerîbî ye. Xerîbî dûrketin e, ji xwe û ji hebûna xwe veqetîn e. Kurd, ne dûrî vê yekê ne. Li der û dora me mînakên bi vî rengî bi hezaran e. Gava ku yek diçe xerîbiyê, ango ji gundê xwe, ji mala xwe dûr dikeve, êdî ew kesa bi nîvî ye, çavê wî li welat e, dilê wî li ser kolanên gundî wî ye. Êdî dinya ji bo wî bê tahm e, di nava girseya mirovan de ew bi tenê ye û hewl dide ku xwe ji zû de bigihîne cihê ku lê hatiyê dinyayê. Her yek ji me dibe ku hestên bi vî rengî hîskiribe. Ji ber şert û mercên aborî, xwendinê û hwd sedem çi dibin bila bibin, li vir hest û hîskirin yek e.
Ji bo kesekî xerîbî, tê wateya dilwêranî û qehr kişanê. Di gelek helbest û strana de ew hêmana xerîbiyê cihekî girîng digire. Kilam û stranên herêma me pir caran bi vê hêmanê (îmge) hatine dagirtin. Carna hesreta dê û bava, carna ya zar û zêça û carna jî ya evîn û evîndarê... Lê belê ji bo gelekê, ji bo mîletekî xerîbî, tê wateyeke din. Êdî navê wê ne xerîbî ye, ew ne çûyîneke demane û ne jî gereke bi veger e... Divê navekî din li wê were kirin. Divê bi têgihên din ên cûda were vegotin. Xerîbî qels û lawaz dimîne!
Bi gotina navdar em bibêjin, ew dîaspora ye. Rêwîtiyeke bêdawî û ber bi dilmatiyê ve. Dema ku kesek diçe xerîbî, ji bilî awarteyan ew dizane ku ew ê dîsa vegere, çavî wî li rê ye, riya wî vekirî ye. Lê ji bo mîletekî rewş ne bi vî rengî ye, di çarenûsê de labîrenteke xedar hatiye nivîsandin.Veqetîn, di ferhenga wî mîletî de mirin e. Tunebûneke bêdeng û wendabûneke bênav e. Êdî rê û pirên vegerînê hatine rakirin, keştiyên rêwîtiyê hatine şewitandin. Kê berî xwe wir de kir an jî li paş xwe mêze kir, ew ê mîna kevir û zinaran hişk bibe û bicemide!
Attachments: 6923421.jpg(28Kb)
 
volongotoDate: Thursday, 2011-10-06, 9:54 PM | Message # 2
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Jiyan û çanda Kurdên Anatoliya Navîn, di destpêkê de li ser ax û li bin ezmanekî wisa tê dirûvandin. Bêgûman, bi van rêzikên kin, hal û rewş bi awayekî têrtijî nayê ziman. Mebesta min jî ne ew e. Ew mijara lêkolînên cihêreng û romanên dirêj e. Lê bi kurtasî ya ku dixwazim bibêjim, herêma me di nava hesreteke dîrokî de dijî. Ew hesreta di çanda wê de, di wêjeya wê ya devkî de û di mûzîka wê de bi awayekî berbiçav tê xuyakirin.
Bi taybetî mûzîka Kurdên Anatoliya Navîn, behreke wisa ye ku bi hest û ramaneke çavlipaş û sûrgûnî hatiye honandin. Di stranan de xemdarî û bendewarî cihekî girîng digirin. Serhewayên me, ango kilamên me yen li ser êş û janekê hatine gotin, mirov dizane ku ji kezebê tên. Dilşewateke ku dila dişewitine tê de heye. Her weha wexta ku mirov guhê xwe bide straneke bi rîtm, ango straneke govendê jî, ew ê bi rehetî tê derxîne ku di kûrahiya newa û gotinan de dilşikestin û dilşewateke mezin heye.
Her çiqas jenerasyonên sedsalên dawîn li ser welat anînzimaneke rasterast nekirine jî, ew vê rasteqîniyê naguherîne. Çand û huner di rojekê de ava nabin. Çand û hunera Kurdên Anatoliya Navîn, ne berhema dused salan e. Di hevîrê wê de bax û bexçeyên mezopotamya, çiya û baniyên Kurdistan, qêrîn û hawara sûrgûnî vesartiye.
Bi van gotinan ez dixwazim werim ser komeke mûzîkê ya Kurdên Anatoliyê: Koma Xelîkan û albûma wan a dawîn a li ser navê "Nalîn". Ji ber ku gava ku min li albûmê guhdarî kir, ew hest û ramanên ku min xwestî li jor bînim ziman, li min peyda bûn û der û dora min hewş kirin. Navê albûmê ”Nalîn” e. Ji navê wê jî diyar e, bi dîtin û ramana min tevahiya naveroka wê dinale! Nalîna Kurdên Anatoliya Navîn a dîrokî, bi stîleke afrînerî û bi xemleke hemdemî bi vê albûmê tê ziman. Ne wek mûzîkjen an jî rexnemend, lê wek guhdarekî bi dilnizmiyeke sade, ez dixwazim li ser vê xebata nû çend tiştan bibêjim.
Ew çend sal in di warê mûzîkê de pêşketineke hêjayî gotinê heye. Li hêla şiyarbûn û zanebûna neteweyî, pêşveçûnên teknolojîkî û deskeftinên qanûnî jî, rê li ber vê yekê vedikin. Ji nemir Kürt Remzî vir de mûzîka Kurdên Anatoliya Navîn, êdî li der û dora xwe deng dide. Gelek stranbêj, hozan û komên mûzîkê li vê cîhana estetîk derketin; albûm, konser û xebatên cihereng li darxistin. Herkes dîtyarê vê yekê ye. Wekî mînakên tên zanîn; xweşgotinên ”Dîsa Dîsa”, di sînorên Anatoliya Navîn hilnehatin û xwe gihandin welatê bav û kalan. Bi ser de, ew gotinan demekê bûbûn slogan jî! Gula Momê, êdî bû gula welat! Ji bilî hunermendên Kurdên Anatoliya Navîn, hozanên wekî Şivan Perwer û Dîyar, mûzîka vê herêmê di meşka zanist û nûjeniyê de dikewînin. Bi raya min, ew di mûzîka Kurdên Anatoliya Navîn de serkeftineke girîng e. Mûzîka herêma me, xwedî stîleke serbixwe ye. Di cîhana mûzîkê de dikare bibe rengekî cûda. Bêgûman, di vî warî de kar û xebatên bingehîn û cûrbecûr pêwist in.
 
volongotoDate: Thursday, 2011-10-06, 9:54 PM | Message # 3
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Koma Xelîkan, ew çend sal in xebateke wêrek û bêrawestan dike û mûzîka herêma me bi stîl û şêwazeke hemdemî ji nû ve bi me dide naskirin. Di serî de bibêjim ku karê wan karekî pîroz û watedar e. Li vê herêma jibîrbûyî û li qeraxa tunebûnê mayî, kar û xebatên bi vî rengî gelek dijwar in. Rê û rêçikên vî karî ji kend û kospan dagirtine. Bîr û baweriyeke kûr, sebr û arameke xurt berî her tiştî divê hebin. Birêxistinbûn û sazîbûn bila li aliyekî bisekine, tecrûbe û mînakên ku jê fêde bigirî gelek hindik û kêm in. Di deryayeke bêdeng û lal de, divê tu bibî qêrîn û hawarek. Bêgûman ew yeka bi zor û zehmet e. Lewma, karê ku ew dikin karekî pîroz e. Tistên pîroz, malê civakê ne. Asta herî bilind a nirxên civakê pîrozî ye. Koma Xelîkan, li vî cihê pîroz, berpirsyariyeke giran hildaye ser milê xwe.
Niha bi albûma li ser navê "Nalîn", meşa wan didome. Albûm, ji aliyê Kom Mûzîkê ve hatiye derxistin. Mirov zû tê derdixîne ku di albûmê de qalîteyek heye. Ew li ser dewlemendiyeke mûzîkal hatiye raxistin.Ew yeka bala mirov zû dikisîne. Lê jê bêhna terza komên mûzîkê yên NÇM jî tê. Ne wek kêmasî, lê wek şibînekê bala min kişand. Her weha amûrên cûrbecûr hatine bikaranîn. Li kîjan amûrê bigerî, ew tê de heye! Vê yekê jî tahmeke xweşik, rengekî jîndar dayê albûmê. Bi dîtin û ramana min, kompozîsyona ku hatiye xwestin, ango "Nalîn", bi awayekî serfiraz derketiye holê. Xuya ye ku xebateke dirêj û girîng li ser hatiye kirin.
Hilbijartina berheman, ango stranan bi awayekî hûrnêrînî hatiye kirin. Gava ku mirov albûmê ji pêşî heta paşî guhdarî dike, tu dibê qey straneke tenê tu guhdarî dikî! Bi gotineke din, stranên di albûmê de li hev hatine, encameke watedar û balkêş ketiye ber destî guhdaran. Stranên ”Roj reş e”, ”Ez î kal im”, ”Lê narînê”, ”Ez ne dîn im” ”Kîngê hatî” wek berhemên Komê bi xwe di albûmê de cih girtine. Bi ya min, divê di albûmekê de taybetiyeke wisa jî hebe. Ango ger ku afrînerî, di xebatekê de nebû, ew xebata temendirêj nabe. Koma Xelîkan, li hêla berhevkarî û şîrovekariyê, afrînerîyeke profesyonelî jî dike. Stranan diafrîne! Ew yeka serfiraziyeke Komê ye. Gotin û mûzîkên wan stranan pir bi kêr bûne. Bi taybetî kilama"Roj res e", gelek xweş bûye. Helbesta li ser navê ”Ez ne dîn im” ku rêzdar Mem Xelîkan nivîsandiye, bi tahmeke din e. ”...emrê min xewneke şeva / ez î kal im tu stû xwar...”, ew gotinan bala mirov dikisînin. Li vir zimanê Kurdî, tu dibê qey li ber îmgeyan serî hildide! Strana ”Eman Elo”, serkeftineke mûzîkalî ye bi ya min. ”Zewik”, ”Yar Meke”, ”Kîngê Hatî”, xweş hatine girêdan, li sîwana Nalînê dinalin. Her weha mûzîkjenê me yê hêja Bîlal Ercan bi dengê xwe yê dilşewat tevlê nalînê bûye. Wekî din bi du berheman hunermendê herêma me yê navdar Kürt Remzî hatiye bîranîn. Ji Tahsîn Taha yê nemir jî "Xwîna Dila" hatiye gotin. Bi vê yekê Koma Xelîkan, karekî wêrekî dike û xwe li cîhana mûzîkê wek namzetekî cîdî dide nasandin. Li vir dixwazim tistekî kin bibêjim, bi raya min Koma Xelîkan ber bi komeke neteweyîbûyî ve diçe. Guhdar û hezkirên wê ne tenê ji herêma me, bawer dikim ku ji çar aliyên welat wê hene. Bi vê albûma dawî, ev yek wê hîn nêziktir bibe!
Li aliyê din, dîzayna bergê û dîmenên di naverokê de li "Nalîn" ê hatine. Di nivîsandina gotinan de, pir caran çewtî hatiye kirin. Ne tenê albûma Koma Xelîkan, di gelek albûmên kurdî de ev pirsgirêka hîn berdewam dike. Ji bilî vê yekê, li bin her berhemê çavkanî bi awayekî zelal hatine diyar kirin. Ew yeka mirov agahdar jî dike.
Dawiya dawîn, albûma Koma Xelîkan a li ser navê "Nalîn", li ser axa Kurdên Anatoliya Navîn nalîneke din e. Bi fikr û ramana min, raborî û îroya Kurdên Anatoliyê, ango hest û hesreta sûrgûnî, bi awayekî estetîk hatiye ziman. Hêvîdar û bawer im ku em ê gelek salan behsa vê albûmê bikin. Ji ber ku giyan û naveroka wê bi bingeheke xurt hatiye danîn. Berhemeke ji dil û can, bi kedeke mezin û hêja derketiye holê. Ji bilî kêmasiyên biçûk, serkeftineke berbiçav heye û êdî dilê me bi nalîna Koma Xelîkan bihese! Di serî de endamên komê û kedkarên din ên vê berhema hêja pîroz dikim. Bila dil û dengê we sax be!....

azad kaniwar
 
Forum » Gotiné strane kürde Anadoluya Navin » nalînek- Koma Xelîkan » nalînek- Koma Xelîkan
Page 1 of 11
Search:

Copyright MyCorp © 2016