volongoto | Date: Saturday, 2011-09-17, 10:46 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Ahmede Xani - Menzûme / HILO
HILO
Dilo, rabe xwe kêf xweŞ ke, biçîn seyra gulistanê Bese, carek tu xwe bi weŞ ke, Hilo Da biçne seyranê
Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê Hezar bulbul bi xulxul tê, di fesla mahê nîsanê
Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû dîlberek dîsan Be dil meŞ´el çira îsan, me can da Şubhê perwanê
Me can da dîlberek sade, letîf û sox û begzade Ji qeydan kir me azade, nîhan xwendîme diwanê
Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan Şerbetek da min Bi dîn guh Şîretek da min, girim bende di fermanê
Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit Divê her dem muwafiq bit, wekî Şêxê di senanê
Wekî Şêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit Bi emrê dostê kafir bit, bi sojit suhfê quranê
Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe Dema dil dim bi metlûbe didem ez dîn û îmanê
Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit Bila sofî ne razî bit, bi mîne ew di hirmanê
Binê, sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne Li nik wî roj tureng nîne, xwe naspêrit direxŞane
Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê dûrîda maye Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê
Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di nêv âmê Ez im enqa ketim damê, bi zulfa ser li xal danê
Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan Dil û canê me ebdalan di bit dîsa di talanê
Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn Dilê sed pare ker-ker çûn, Tu „ Xanî „ beske efkanê
|
|
| |