volongoto | Date: Saturday, 2011-09-17, 10:42 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Ehmedê Xanî - Menzûme / EY DIRÎXA! EY DIRÎXA
Ey dirîxa Ma me tenha ez ji Şemsa xawerê Xan û man têk bûne zulmet, paŞî wê dêm enwerê
PaŞî lêvên wê venaxum mutleq ava Kewserê Min nevê dunya bi carek, piŞtî wê sîmîn berê
Ger bizanim ez di hesrê da nebînim dîlberê Cennetê dê pê çi kem Pê wer bi kem xakisterê
Sed texabun Çu ji bal min ew hebîna çav belek Ah û efxanê ji min daîm di çûn çerxa felek
Hem ji ber feryadê min aciz dibûn îns û melek Mam di qeyda dax û derdan pasî wî zulfên xelek
Hîcreta yarê bihatim subhê findê Şu’ledar Ketme sêla îŞtîyaqê, ji-htiraqê bûme nar
Ez wucûdek bê wucûd im, suhtim têkve bûm xubar Min nevê dunya bi carek piŞtî wê çavî xummar
Ger di hîna ez wefat kim, bête ser min Ezraîl Mujdeya xuldê bidet min hem di wê geh Cibraîl
Xidr û Îlyas hem bibîtin her ji boy min re delîl Dê bibêjim min nevêtin xuld û kewser, Selsebîl
Çerxê kec reftarî waweyla Ku ez talan kirim Ser bi gerdan bûm û lêkin zêde sergerdan kirim
Bê dil û Şuxl û hewes, carek ku bê iz’an kirin Zêde wê bê murwetê ev reng ku ez talan kirim
Zînîhar Ey dosîtan wextê dikim ez hîcretê Wan du mîsraan kîtabet kin li belgê kaxetê
Da di dest min da senet bit ew di hîyna hezretê Wesfê halê min bibêjin ew di wextê wesletê
Xanîya ta key bibêjî ev sual û ev cewab Ew ji wî sadir bûye ey bê edeb, ey bê hîcab
Ew qedaya barîye, razî bibe ey mal xirab Belkî bîtin mûcibê narê ji bo te ew xitab
|
|
| |