volongoto | Date: Saturday, 2011-09-17, 10:41 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Ehmedê Xanî - Menzûme / MEDHÎYE Û MERSÎYE- (PESINNAME Û ŞÎNNAME) MEDHÎYE Û MERSÎYE- (PESINNAME Û ŞÎNNAME)
(Der bareyê Muhammed begê BAZÎDê da)
Kanê Muhammed beg gelo? Ka PadîŞahê Serhedan? Îro ji dil bigrîn dilo ka PadîŞahê Serhedan?
Îro bi bînin îbretê, axa û xelqê hêŞetê Kanê xwedanê xîretê,ka PadîŞahê Serhedan?
Mîrê di nêv mîran bi nav, esheb suwarê rim zirav Bala bilindê perr belav,ka PadîŞahê Serhedan?
Kî, dî we reng zatek Şerîf,erkan û ezmanek letîf Alem didest wî bû zeîf, ka PadîŞahê Serhedan?
Koma Dimil bû sê hezar,sed Mîrekan vêkra du car Jêk rakirin,kir tar û mar,ka PadîŞahê Serhedan?
Senceq ji ser qemmê birrî, Bitlîsîya wan jê kirî Xanê Dimil ker bû, çirrî,ka PadiŞahê Serhedan?
Kanê ezîzê Misrîyan,kanê edûwwê Wanîyan Kan hevrikê Mahmûdîyan,ka PadîŞahê Serhedan?
Kanê emîrê namîdar,serhed niŞînê xundekar Pasan ji bo pêŞkês hinar,ka PadîŞahê serhedan?
Kanê emîrê zî funûn,ka aqilê teb’et cunûn Alem li ber wî bûn zebûn,ka PadîŞahê Serhedan?
Çend mîr û hakim rakirin, çend xan û sultan da kirin Kom û heŞem ber Ba kirin,ka PadiŞahê Serhedan?
Ew hakimê pirr nav û deng, hem teb’etê Teymûrê leng De’wa dikir biçye Frenk, ka PadîŞahê Serhedan?
Pêla ku wî dîwan di girt, xelqê edeb erkan di girt Heybet ji wan dîwan di girt, ka PadîŞahê Serhedan?
Wextê bi ser hespê diket, ŞeŞ caniban rev pê di ket Heybet bi ser xelqê di ket, ka PadîŞahê Serhedan?
Daîm edalet pêse bû, xayet deqîq endîŞe bû Nazik tebîet ŞîŞe bû,ka PadîŞahê Serhadan?
Dîwan û edl û dadîgîr, îz’an pirr û roŞen zemîr Hetta xweŞîn nakin ji bîr, ka PadîŞahê Serhedan?
Dîwan û eywan sanisîn, ew sedr û hewzê nazenîn Man Şubhê firdewsê berîn,ka PadîŞahê Serhedan?
FerŞên di dîba û herîr,îstebreqên wî bê nezîr Bê îxtîyar mayîn ji bîr,ka PadîŞahê Serhedan?
Ev xalîyên ermûŞê qezz,wernagirin kes Şubhê xezz Xalî bûyîn meydan û rez, ka PadîŞahê Serhedan?
Rez bû mîsala cennetê,eywan ji sun’a qudretê Kes nîne tê ket suhbetê,ka PadîŞahê Serhedan?
Elmas û le’l û gewheran,Tomar û tac û bin perran Hedd nîne bêxme defteran,ka PadîŞahê Serhedan?
Ew ŞehniŞîn û hewz û av,nêçîrgehê pirr seyd û rav Nabit bibêjim ez bi nav,ka PadîŞahê Serhedan?
ŞahînŞehê gerden firaz,aza kirin Teyhûn û qaz Terxan kirin Teyxûn û Baz, ka PadîŞahê Serhedan?
Mîrê Me wa nabit suwar, têr bûya ew naçit Şikar Teyxûn û Terlan man li xwar,ka PadîŞahê serhedan?
Serdarîya koma gelek naket suwarê çav belek Çavet spî bin ey Felek Ka PadîŞahê Serhedan?
Taq û Rewaq û menzeran,kosk û kelat û xeyberan Wan cumle nîŞan heyderan,ka PadîŞahê Serhedan?
Ew cumle,wî îcad kirin,her çend qewî bunyad kirin Çerxê,hejand berbad kirin,ka PadîŞahê Serhedan?
Xwahê Kelatan bê zefer,dijmin ji ber wî bê meferr Wê çûye nêva ax û ber,ka PadîŞahê Serhedan?
Dunya di borîtin bi dor,umrê ezîz nadin bi zor Dewlet di bên: Naçîte gor,ka PadîŞahê Serhedan?
Yareb hebit ocax qedîm,emmên di wî, xweŞ bin emîm Bilxasse ew durra yetîm,ka PadîŞahê Serhedan?
Durdanyê gewher sedef,ew ma ji wî neslê xelef Ya Reb nekî wan zû telef,ka Padîsahê Serhedan?
Xanî Tu jî, destan hilîn,Her çend ku zêde dil kulîn Îro ji mîrê sailîn, ka PadîŞahê Serhedan?
Em jî di bên : Xanî mîsal, kanê hem û dost û heval Ka tac û text û mulk û mal, ka PadîŞahê Serhedan
Ka mîrek û xan û xwe dan,ka çadir û konê vedan Zozanê Qardox û Medan,ka PadîŞahê Serhedan?
Kanê welat kanê welat,ser kanîya avul heyat Ka Xizrê azadî ne hat,ka PadîŞahê Serhedan?
|
|
| |