volongoto | Date: Saturday, 2011-09-17, 10:38 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Ehmedê Xanî - EY WAHIDÊ PÎNHAN EY WAHIDÊ PÎNHAN
Ey wahidê pînhan ku ji zatê Te ne peyda, Ev kewn û mekan, erd û sema kûnbedê xedra. Erwah û ûkûl, Enfûs û E’raz û Cewahîr Halîn û musewwer, ne Mehell û ne Heyûla
Lewh û Qelem û Kursî û ErŞ, Encum û Eflak Hem agir û hem ax û hewa,cumleyê esya Sed qafile mewcûd û peyapey,mutewatir Her lehze ji Sehra yê edem tên bi temenna
Hin, neqdê fenayê diguhorin bi beqayê Hin,neqdê wucûda xwe dikin bê bedel îfna Her yek bi wucûda xwe wucûda Te dixwazin Bil cumle xirîdarê cemala Te ne heqqa
Lew suphet ê pîra bi hewes talibê Yûsif Dor hatîye ‘Xanî‘ kelefa rîsê di desta Ew jî bi meta ê xwe qumasê Te di xwazit Subhaneke len tu’yîse mîn rewhîke eb‘da
|
|
| |