volongoto | Date: Saturday, 2011-09-17, 10:32 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| ZAHIDÊ XELWET NIŞÎN
Zahidê xelwet niŞîn pabestê kerdarê xwe ye Tacirê rehlet guzîn derbendê dînarê xwe ye AŞiqê dîlber hebîn dil dayê dildarê xwe ye Vî zemanî herkesek bê Şubhe xemxwarê xwe ye
Bê emel tu-j kes meke hîvî eta û himmetê Bê xered nakeŞîtin qet kes ji bo kes zehmetê Kes nehîn qet hilgirit barê te ew bê ucretê Gerçî Îsa bit ku wî fikra ker û barê xwe ye
HoŞîyar bî dane kî umrê xwe bê hasil telef Lew ku naket fayde mal û genc û ewlad û xelef Maceraya “Xidr” û dîwarî yetîmî bû selef Vî zemanî herkesek mi’marê dîwarê xwe ye
Ca nezerke îbretê pêla ku waqi’ bit sewas Ger ne bîtin îltifat û mûçe û debr û meaŞ Cundîyî rimbazî faris nadetin canê belaŞ Saeta serbazîyê hîvî ji serdarî xwe ye
Xanîya zayi’ me ke weqtê xwe ey nadan ebes Bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes Lutf û îhsana Wî jî derheq telebkarê xwe ye __________________________________________________
|
|
| |