volongoto | Date: Saturday, 2011-09-17, 10:30 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| EY DILA SAQÎYÊ MEHWEŞ
Ey dila ger te divêten bibî daîm mesrûr Di terebxaneyê dunya wexwe ava engûr Perdeyê xefletê xewxayê cîhanê bidirîn Ji meqamî kî behîŞtî ji sedayê Tenibûr
Zemzema zemzemeya rahê Huseynî ji Hicaz Vexwenit, Ke’be yê dil, ta bite beytîl me’mûr Perdeyê zulmetê eŞxalê cihanê bi dirrîn Ji netergahê cemalê Tu hîcabê bike dûr
Menzerê dîde ê canê Te munewwer nebitin Nexlê ''Mazaxe'' ne kêsî Tu ji xal û xetê hûr Gunehan ger nebûwa lezzet û zewqek haŞa Faîlê ism ne dibû, tarik û taîb me’cûr.
Mey û me’Şûq û hewesbazîyê dunyayê zuhûr Ne bûwana, ne dibû îsmekî Allah ê xefûr Min guneh tê bi gunahan ku di nêv baxê cîhan Semerî xweŞtir ewin, bûn bi heramî meŞihûr
Hinkî dewrê felekê saxirê meh dewrî diket Meh û salan digirit herwe ji (umrê) emrê me qusûr Rabe ey saqiyê mehwes tu ji rexma felekê Bide min badeî le’lî Tu ji cama fexîfûr
Şêxê cam er nefesî hemdemî dil ket bi mirad Li miradê dilê murde dibîtin keŞfê qubûr Ya’nî ew xane ê gil nabite qabil qet’a Ne bi çeŞmê dilê nazir,ne bi rûyê menzûr
ÎŞqî bazî du terîqe,çi heqîqet çi mecaz Şem’ê can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr Şebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa Afîtabê Ehedîyyet ji feleq tête zuhûr
Ser û mal û dilû canê me fidayê Te bitin Bike qelbê me tu saqî ji Şeraba xwe tehûr Da bikem keŞfê meqamatê ulûwwê derecat Ya bikem keŞfê keramatê ji dara mensûr
|
|
| |