volongoto | Date: Saturday, 2011-09-17, 10:19 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Xanî ji kemalê bêkemalî Meydana kemalê dîte xalî Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî Belkî bi te‘essub û ‘eŞîrî
Hasil ji ‘inad eger ji bêdad Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad
Safî Şemirand vexwar-i durdî Manendê derê lisanê kurdî
Înaye nizam û intizamê Kêsaye cefa ji boyî ‘amê
Da xelq nebêjitin ko ekrad Bême‘rifet in, bêesl û bunyad
Enwa‘ê milet xwidankitêb in Kirmanc-i tenê di bêhesêb in
Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc ‘IŞq-i nekirin ji bo xwe amanc
Têk da ne di talib in, ne metlûb Vêk ra ne muhibb in ew, ne mehbûb
Bêbehre ne ew ji ‘iŞqibazî Farix ji heqîqî û mecazî
Kirmanc ne pir di bêkemal in Emma di yetîm û bêmecal in
Fi l-cumle ne cahil û nezan in Belkî di sefîl û bêxwidan in
Ger dê hebûya me jî xwidanek ‘Alîkeremek, letîfedanek
‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an Şi‘ir û xezel û kitab û dîwan
Ev cins biba li ba wî me‘mûl Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn ‘Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî Pê hey bikira ‘Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran Hetta bi ebed bimayî heyran
Çi b’kim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qumas-i ra xerîdar
Xasma di vê ‘esrê da ko himyan Me‘sûq û hebîb e bo me hemiyan
Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar Heryek ji me ra we bûne dildar
Ger ‘ilm temam bidî bi polek BifroŞî tu hikmetê bi solek
Kes nakite meyterê xwe Camî Ranagiritin kesek Nizamî
Weqtê ko me dî zeman e evreng Fi l-cumle li ser diravî bû ceng
Hez kir me bibîne kîmiyager Gava ko me dî nebû muyesser
Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir Tesfiyyeê cewher dexel kir
Qelbê me nekir qebûl-i hîle Qet bo xeredê nebû wesîle
Dîn çû û neket bi dest me dînar Pasê ji neçarî bûyîne seffar
Sifrê xwe yê xef me eŞkera kir Qirtasiye bû me lê du‘a kir
De‘wet geriya bi sidq icabet Bû wasiteê qezayê hacet
Ev pol egerçi bêbeha ne Yekrû ne û saf û bêbeha ne
Bêhîle û xurde û temam in Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in
Kirmancî ye sirf e, bêguman e Zêr nîne bibîn sipîdeman e
Sifrê me yê sor e, aŞikar e Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e
Neqdê me mebêje kembeha ye Bê Şikkeyê Şahê sehrewa ye
Ger dê bibûya bi erb-i menqûs Nedima wehe bêrewac û mexsûs
Mehbûb e, bi kes ne namizad e Lew bextsiyah û namurad e
Qirtasiyeya me bêpenahan Bê derb-i qebûl-i padiŞahan
Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman Meqbûl e li ba gelek hekîman
Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak
Mîrê ko bi navê Mîrza ye Mehza nezera wî kîmya ye
Qelbê di zexel dikit bilorî Polê di dexel dikit filorî
Sed bar hebin filûsê ehmer Derhal-i dikit bi yek nezer zer
E‘layî dikit bi qehrê edna Ednayî dikit bi lutfê e‘la
Pasan digirit wekî esîran Aza dikitin wekî feqîran
Herroj hezar bênewayan Herlehze bi lutf sed gedayan
Zengîn dikitin bi destê himmet Hikmet ew e nakitin çu minnet
Ger dê wî nezer bida me carek Iksîrê teweccuha mubarek
Ev qewl hemî dikirne es‘ar Ev pol hemî dibûne dînar
Emma nezera wî zêde ‘am e Lew xas-i nezer ji dil neda me
Ew rehmet xas e bo ‘ewamî Ya Reb, tu bidî wî her dewamî
|
|
| |