volongoto | Date: Saturday, 2011-09-17, 10:18 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke Da cam bi mey cihannuma bit Herçî me irade ye xuya bit
Da keŞf bibit li ber me ehwal Kanî dibitin muyesser iqbal
Idbara me wê giha kemalê Aya bûye qabilê zewalê
Ya her wehe dê li ’stiwa bit Hetta weko dewr munteha bit
Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb
Bextê me ji bo me ra bibit yar Carek bibitin ji xwabê hiŞyar
Rabit ji me jî cihanpenahek Peyda bibitin me padiŞahek
Şîrê hinera me bête danîn Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘ilacê ‘Ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi Şikke meskûk Ned’ma wehe bêrewac û meskûk
Herçend ko xalis û temîz in Neqdên bi Şikkeyê ‘ezîz in
Ger dê hebûya me padiŞahek La‘iq bidiya Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman Tînane der ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev rûm Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwidê wisa kir Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir
Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e Ew ‘ar li xelqê namidar e
Namûs e li hakim û emîran Tawan çi ye Şa‘ir û feqîran
Herçî bire Şîrî destê himmet Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e Wê hukim di destê Şîrê rûs e
Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn Lutf û kerem û ‘eta û bexŞîn
Pirsî ji dinê min ev bi hikmet Mehra te çi gote min ko himmet
Hasil ko dinê bi Şîr û ihsan Tesxîr dibit ji bo wî insan
Ez mame di hikmeta Xwidê da Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girt bi Şîrî sehrê Şuhret Tesxîr kirin biladê himmet
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem Her mêrekê wan bi remzê Ristem
Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan Kirmancî ye bûye Şubhê burcan
Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in Kirmanc hemî li çar kinar in
Herdu terefan qebîlê kirmanc Bo tîrê qeda kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in Her ta’ife seddek in Şedîd in
Ev qulzimê rûm û behrê tacîk Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn mulettex Wan jêk ve dikin misalê berzex
Cwamêrî û himmet û sexawet Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad Wan dane bi Şîr û himmetê dad
Hindî ji seca‘etê xeyûr in Ewçend ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîŞe bêtifaq in Da‘im bi temerrud û siqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat Mumtaz dibûn xwidankemalat * * * * *
|
|
| |