volongoto | Date: Saturday, 2011-09-17, 10:17 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Ey Şukrê te cewhera zebanî Wey zikrê te seyqela cenanî Ey wahidê bêŞerîkê yekta Wey wacidê bênezîr û hemta
Ey baqiyê bêzewalê da'im Wey hadiyê bêfenayê qa'im
Ey xaliqê erd û 'asimanan Wey xaliqê cumle ins û canan
Mulk û melek û felek bi carek Bi l-cumle te çêkirin tebarek
Şubhaneke kulle ma xeleqte Ehsente fe-keyfe ma feleqte
Herçî ko te çêkir ey nikûkar Heryek di hedê xwe da sezawar
Ev neh sedefê di pirmirarî Dirrê di sefîd, sefaf û tarî
Heft di miŞalê durrê xeltan HerŞeŞ cihet û çihar erkan
Hersê weledê di pirmewalîd Xebra û sema digel meqalîd
Lewh û qelem û sewabit û 'erŞ Heywan û nebat û me'den û ferŞ
Zahir kirin ev qeder sena'i' Peyda kirin ev qeder beda'i'
Heryek ji 'edem kirin te peyda Ibda' kirin te bê heyûla
Fi l-cumle çi ewwel û çi axir El-qisse çi mu'min û çi kafir
Her yek ji te ra we bûne mezher Ewreng di wan tu bûyî mudmer
Bê husn-i te nîne wan wucûdek Bê nûr-i te nîne wan numûdek
Hikmet ew e batinî û zahir Qudret ew e xa'ibî û hadir
Nînin te tecezzu' û temekkun Emma we di wan dikî tewettun
Goya hemî cismek in tu can î Goya hemî sehrek in tu xan î
Husna te ye zîneta hebîban ReŞka te ye xîreta reqîban
Meyla te ye 'aŞiqan dikêŞit Derdê te ye dil ji ber diêŞit
Şîrîn te kire Şekir li Perwîz Ferhad ji rengê eskê xwînrîz
Leyla te kire bela li Qeysî Ramîn bi te ram bû li Weysî
Yûsif te çira numa Zuleyxa Wamiq te kusa gihande 'Ezra
Şêxê weko pênce hec bijarî Dîn kir te ji bo keça kufarî
Nîlûfer nazperwerî kir Ew jî te li mihrê muŞterî kir
Balayê bilind te daye ser wan Pabendê bela te da tezer wan
Sorgul te kirin ji xar peyda Bilbil te kirin hezar seyda
XweŞrengî te da giyayê sorgul XweŞdengî te da newayê bulbul
Ronahî te da serê Şemalan Perwane kirin bi Şewqê talan
Mehbûb te çêkirin di dilkeŞ Meczûb te pê kirin musewweŞ
Ev 'iŞq û mehebbeta di dil da Ev zulf-i ŞelaŞilê di mil da
Aya ne te çêkirin muqabil Heryek te bi hev kirin mu'adil
Ayîne te çêkirin mukerrer Husna xwe di wan te kir musewwer
Ayîne li pêŞ-i tûtiyan girt Davik te li pêŞ-i kûviyan girt
Ayîne ji wan we ye ko av e Ew 'ekis ji wan we ye ko tav e
NeqŞê te dibînin ew di avê Nakin hezerê ji av û davê
Lebtesne teleb dikin zelalî Wî dane û dam û zulf û xalî
Meqsûd ko bû ji pêŞ ve hadir Dê qesd bikin cemî'ê nazir
Tûtî bi xwe ma Şekir dirêjin Herçî dibihên ewî dibêjin
Wê meqsedê muxteser dibînin Pabend dibin gelek dimînin
Meqsûd û muradê dil tu Şa yî Emma tu tudillu men teŞa'î
Herçî te divê bibî delalê Pabend dikî bi zulf û xalê
Herçî ko tu bînî ser hîdayet Vê ra Bekirî bikî 'înayet
Hadir wî dibî meqamê me'lûm Ger xadim e wî digêrî mexdûm
Bê secde te ey cenabê me'bûd Adem kire qiblegah û mescûd
'Îsa kusa gihande ewcan Aya bi çi te hebande ew can
Dersa ko bi xef te gote Idrîs Elbet diçû meqamê teqdîs
Iblîsê, feqîrê bêcinayet Hindî te hebû digel 'inayet
Her roj-i dikir hezar ta'et Lewra ko te da wî istita'et
Wî secde nekir li xeyrê me'bûd Gêra te ji ber derê xwe merdûd
Yek secde nebir li pêŞê exyar Qehra te kire muxellide n-nar
Elqisse ji hikmeta te agah Ferdek me nedî tebareke l-lah
'Irfan-i teleb di Şahibê idrak Derheqqê te gote »ma 'erefnak«
Xanî bi nezaniya xwe derheq Gumrah bibit ne dûr e el-heq
Illa ko meger mu'în Xwida bit Ya rahiberê wî Mustefa bit
Ya reb bi heqqê Mustefa kî Xanî bi xwe ra tu asina kî * * * * *
|
|
| |