volongoto | Date: Saturday, 2011-09-17, 10:14 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| MEM Û ZÎN Sernameyê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah
Ey metle'ê husnê 'iŞqibazî Mehbûbê heqîqî û mecazî
Namê te ye lewhê nameya 'iŞq Ismê te ye neqŞê xameya 'iŞq
Bê neqŞê te, neqŞê xame xam e Bê namê te, name natemam e
Namê te ye sahibeytê meqsûd Fihristê mukatebatê mehmûd
Medmûnê muraselatê la-reyb Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb
Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb
Me'sûq tu yî, bi fexr û naz î 'AŞiq tu yî, lêk bêniyaz î
Mutleq tu mufîd û mustefad î BêŞubhe murîd û hem murad î
Nûr î tu di husn-i rûyê dildar Nar î tu di qelbê 'aŞiqê zar
Şem' î, ne ji qismê nûr û nar î Şems î, ji 'eyan tu perdedar î
Genc î tu di nêv tilismê 'alem Kenz î tu 'eyan ji ismê adem
Ev 'alem û ademî û meshûd Ev mumkin û masiwayê mewcûd
Hemiyan bi te ye mudare û debr Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr
Emrê te bi lefzê »kun« du 'alem Mewcûd kirin, xered çi adem
Adem bi xwe yek ji herdiwan e Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane
Ew herf, heqîqeta muheqqeq Hem emr e bi qudreta te hem xelq
Esbah muressem in ji nasût Erwah muwessem in ji lahût
Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah
Nasûtî egerçi rengsefal e Lahûtî ji pertewa cemal e
Herfa ko me gotî, neqŞihûr e Lê meqsed û me'neya wê kûr e
Zahir te eger numaye suxra Batin ew e neqŞê xame kubra
Mewcûd e di wî Şehadet û xeyb MeŞhûd e di wî Şiyadet û 'eyb
Insan bi xwe hem zelam e hem nûr Adem ji te hem qerîb e hem dûr
Hindî weh ko cinsê 'alemî ne Ew tabi'ê new'ê ademî ne
Evrenge felek hemî mu'ezzem Evçende melek hemî mukerrem
Ev karegeha 'ezîm û dewwar Ev baregeha bedî' û seyyar
Evçende zemîn digel 'enasir Evrenge 'ered digel cewahir
Evçendehe ni'met û nefa'is Evrengehe me'kel û melabis
Evçendehe mudde'a û metlûb Evrengehe musteha û mehbûb
Heywan û me'adin û nebatat Metlûb û meqasid û muradat
Bi l-cumle ji bo me ra li kar in Fi l-cumle ji bo me ber di bar in
Heqqa ko te xweŞ nizam û rewneq Tertîb kirin ji bo me el-heq
Em xafil û 'atil û gunehkar Mayîne di qeydê nefsi emmar
Nînin me di qelbî fikr û zikrek Nakin bi zebanî hemd û Şikrek
Xanî ko nehin bi qelbî zakir Barî bide wî zebanê Şakir
* * * * *
|
|
| |