volongoto | Date: Saturday, 2011-09-17, 10:12 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| BAXÊ SORGULAN
Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf
Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan Te?bîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def
Manendê mest û serxwe?an, ez çûme bezma mehwesan Ebrû keman û çavre?an, cerg û dilê min kir hedef
Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef
Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef
Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qi?t û lef
Xemrîy û qi?t û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef
Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebe? hindek fireng Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff ( geff )
Diger hebûn de´wa û ?err, derbû li min tîpa teter Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef
Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef
Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef __________________________________________________
|
|
| |