Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSFriday, 2024-03-29, 8:36 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Helbest » Helbest » Gelên me şoreşgerin
Gelên me şoreşgerin
volongotoDate: Friday, 2011-06-17, 8:46 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Gelên me şoreşgerin
Ev çi rewşa bêteşe? debarê gel nebaşe
Em salane bindestin, xwîşkê rabe bimeşe
Mafê Kurdan çopandin, agir, şewat barandin
Gundên me şevitandin; artêşa Tirk qelaşe

Serokwezîrên Tirkan mêrkuje pir jî wehşe
An rizgarî a bende! bêzimanî nebaşe
Jîyana me zehf zore, dilê gel jî diqele
Hêvîyên me hevalin, heval tênê şoreşe

Hatin gelên cîhanê hespê kehel ajotin
Keç û xortên me rabûn berva çiyan rêketin
Rewastan xetereye, bêdengî jî tim şerme
Rêbihurtin gel ferze, bindestîyê biqetin

Şoreşger kombûn hatin, welatê me avakin
Bi destê hev neqetin, tifağîya me pêşxin
Em rabûn em bûn hebûn, gelên me jî tev şabûn
Kê bêjin Kurd nezanin dûpişk, birûsk jî wanxin

Hatin hatin tev hatin hemû karker-gundîyan
Şeng û şahî dilşahî gelên rûmet dimeşin
Xwestinên me wekhevî an jî civakparêzî
Em mêrin em camêr qet natirsîn faşîstan

Bêbextîya Rom’ê ye dengê tanka, topane
Berxwedana Kurdan’e şerekî pir girane
Pêşengê me rewşenbîr gelên me şoreşgerin
Axa me Kurdîstan’e welatê me jîyane.

Mehmet Çobanoğlu
30.05.2011
 
Forum » Helbest » Helbest » Gelên me şoreşgerin
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024