Agiri - Forum
Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSTuesday, 2016-12-06, 9:12 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
Page 1 of 11
Forum » Helbest » Helbest » Agiri
Agiri
volongotoDate: Thursday, 2011-12-08, 9:18 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline

Çi rojên xweş bûn. . .
Şin û şênahiyên me û cinaran tev derbazdibûn.
Zarok, dik û mirişkên me li erdê, dûyê bixêriyên me ji li
ezmin tev li hev dibûn.
Deriyê me tim vekiri bû . Mêvanên me kêm nedibûn.
Em ji diçûne mêvaniya cinaran.
Me dixwar, vedixwar û dest bi çirok û stranan dikir.
Canbêzarê cinar aliyê henekan da bê hem
pa bû. (Gelo hin ji diji?) Gava wi dest bi qewlikan dikir, dibû
pirqiniya me, em hemû dikeniyan...
Ew rojên xweş weke xewnekê me dabûn. . .
Lê rojekê ewrên reş teyrokên xwe ser me da barandm.
Şefaqbû, ku dikên sibê hin nexulxulin, bû teqe-teqe deriyê me.
Ez û Eyşan firine ser xwe.
Keçika me ya di hêlekanê da vecmiqi û bû vajiniya wê giriya.
Eyşan çû cem keçikê, min jî bi wi lezi deri vekir ,ku çi.
bibinim, sê cendirma û qumandar tifingên xwe berbi min girtin.
Gundirik dane min û ketim malê.
Ji kulinê heta stêr geriyan.
Ziravê me qetya bû. Qumandar qeydek destê mm xist. Ji çavên Eyşanê hêsir weke baranê rijiyan, xwe avête piyên qumandar û bi dengekî tirs: "Meke heye mala xwedê ye, hûn mêrê min kudan dibin,
wî bibaxşînin min û zarokan" . Cendirmeki li Eyşanê da, Eyşan xwe va
çû, weke kezewa min ji pêra qutkiri bû.
Em rêketm. Wexta bû êvar Ii serê çiyaki ketin qeroqolê.
Wan ez pir kutam û paşê avetin zindanê. Min fam kiri bû, çi qewmiye.
Beri çend rojan şerê Kurdan û lêşkerên îranê çêbû.
Çend Kurd ji sinor derbazbûn hatin gundê me.
Sê kes ji wan du şevan bûn mêvanê min.
Çi hebe muxtêr mixbûriya min kirye.
Şev û rojên min di tariyê da, bi keri nane tisi û iskane av va derbazdibûn.
Rojekê qumandar bi cendirmeki va hatin, ez ji zindanê derxistim.
Ew cendirme minra nas hate xuyanê. Wexta min dilê xwe da digo;
"gelo ev ne Ibrahimê kurê Qasime" , qumandar ji wi ra got:
"îbrahim wi bide pêşiya xwe, bibe ber sinorê Îranê.
Êdi tu dizani karê te çiye" . Mm da pêşiyê, ew ji bi tifmga xwe va pey min dihat.
"Tu îbrahimê Qasimi wusane?" Deng nekir.
Min serê xwe zivirand û bala xwe dayê, hesir tiji çavên wi bûne . "Ibrahim! Tê bi min çibiki?"
Serê xwe ber xwe da kir û got:
"Apo qumandar gote min wî bibe sinor, gulekê berdê, bikuje".
Nişkêva xofek kete dilê min.
"Îbrahim! Em gundiyên hevin, vê yekê bi min neke , kulfet û zarokên min wê belengaz bin.
" Bû bêdengi . Ro hêdi hêdi diçû ava, tirejên
wê ser berfa Gridaxê dibirqin. Hiş serê min da nemabû .
Mirata mirmê rûsare.
Qasekê em gihiştm sinorê Iranê.
îbrahim tifinga xwedani erdê, ez hemêz kirim û dest bi girinê kir .
Ez metelmayi bûm.
Paşê bi pêçiya xwe gundeki Iranê nişan kir û got:
"Apo bireve, here û cardin venegere".
Êdi sekinandina min nebû.
Serejêr ketim nava zeviyan, reviyam.
Dûrve dengê gulekê hate guhên min,
qey Ibrahim gula min avête hewa.
Nivê şevê hatim gundeki îranê. . .
Gund û bajaran geriyam, dawiyê da hatim pişt Girîdax ,
vî gundî star bûm.
Belê, heft, serast heft sal qedîyan.
Niha nabêna min û gundêmin Gurcîbilaxê da Giridax heye.
Pir bilinde, nahêle, ku Eyşanê,
zarokan û Ibrahimê candfêda bibinim. . .
Her roj , her gav dibêm: Ax, ax Veçilxe Girîdax bibînim Gurcîbilax.

M.ARARAT
Attachments: 5723372.jpg(26Kb)
 
Forum » Helbest » Helbest » Agiri
Page 1 of 11
Search:

Copyright MyCorp © 2016