volongoto | Date: Sunday, 2011-08-14, 6:20 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Hunermendê nemir kilama Dewrêş û Edûlê waha dibêje :
Qerapêtê Xaço
Lê lêê Edûlê...! Lê lê Edûlê! mala bavê xerabê rojka ma avêtê helkanê ne dûre Erê dibê şevk û şemalê didaye bejn û bala di fîstanê te Edûlê! Erê berfa nîsanê daye quba Resûle Erê le dibe heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe Tê rabe ramûsanekê bi ser can cesedê min da berde Erê di berdêla heft xwînê mêran û mêrxasan min ramûsan qebûle lê lêê oy oy ! Lê lê Edûlê! lêmala bavê xerabê, min go navê te şêrîne dîsa hefadê gula le dibe bila heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe, Ezê bi çepilê Edûla xwe bigrim dîsanê birevînim Ezê bavêjim mala Cemîl Axa, Cemîlê di gurdila Erê ji sibê heta êvarê bikin ref û nêçîrê Erê şevê emê rûnin bikin agirê dara Erê serê sibê rabin, bixwin goştê şalûl û bilbila. Lê lê Edûlê! ez qesam dikim bi navê Xwedê ji ber serê te ranabim De eynî fermana min li heft dewletê ecnebîya rabe De bila heft ... li serê min lêxin, panzde agirê mencenîqa li ser min dabin de bila heft bav û birakê te evda xwdê sûwarê hespa û zîna be de bila bi şûra û xencera li ser can û cesedê lo min peyabin erê bira xwûna min û tev di ava Belecûka şewitî da di nava hevûdû da ra be Ezê qesem dikim bi navê xwedê, ezê devê xwe xana gerdenê ji hinarê rûkê te bernadim lê lê lê oy oy oy ! Edûlê digo : de nabe, nabe, nabe nabee heşaşo nabe ! de bila ava xevikê û xêbûrê mala xwedî şewitî li neqeba min û te rabe de sabûna Himikê û Hemayê, Cizîrî Botayê, Bexdayê bila bibe kef û kinc rabe erê emê herin ber avê di cemidî, hinarê sorî gulî bişon erê ezê dikim û nakim tu car û tucarî kef û kinca devê te jê safî nabe lo lo looo!
|
|
| |