volongoto | Date: Sunday, 2011-08-14, 5:56 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| N E M Î N İ M
Ax de lo lo li lo li lo li lo li lo li lo li lo li lo li lo li lo li lo li lo Lê lê daê rebenê welatê me Serhed e ne tu war e Ez a gulî kurê welatê me Serhed e ne tu war e Îro ji bo egîdê mala bavê min gulîkurê Ne cî ye ne sitar e Her çar rojê zivistanê mehekî sar e Ca li sarê mala bavê min marûmê Hey gidîno ezê îro çi bikim Ne havîn e, ne payîz e Pêşî zivistan e ne bihar e
De lê lê daê rebenê Dilê min marûmê îro bûye Pirekî devê heft newala duwanzde rêya Min marûmê xewnekî dît xewna xwe da Îşev gelekî di xemnê da ditirsîyam Sibe bû, ezê bi dîyarê kordîna Qerebilaxê diketim Mi dî bûkekî cahilê teze ji wê da tê Kolosekî sipî di desta da Qûndaxekî lawîn di milla da Jêrî dahat: "biraoo…" digo digirîya. Ez çûme pêşîyê: "xwenga min gelo çi bû? Çi qewumî, çi çirîya?" "Lo lo bira Ê ku hatîye serê min gulîkurê Bira li dinyayê ku nebe neyê serê kevir û dara Gurê serê çîya Xwedê belkî kula xwe bike mala Nîdayî Begê Nîdayî Beg ji êvar da sekinîye derê Hepsa Bazîdê Vediqetîne egîd û cindîya Hewşa lawê Şewêş Efendî da Cinazê egîd û xweş mêra ji êvara xwedê da Xemilandî ye di xûnê da bi singûya Herçî kuştin, herçî mayî girtin sirgûn kirin Berê wan dan Anadolê, Sînopê, Zongildaxê Daê nemayê nav girtîya
Ez nemînim nemînim nemînim nemînim nemînim nemînim Nemînim nêmînim nemînim nemînim nemînim nemînim Egîto ez nemînim Ez nemînim ji egît û cindîyê mala bavê xwe ra gulîkurê Hêsîrim, îro çendik û çend roj e mane di kesîrîyê da"
R e s o
|
|
| |