Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSFriday, 2024-03-29, 2:14 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Hevalê leşkeriyê eskeriyê
Hevalê leşkeriyê eskeriyê
volongotoDate: Sunday, 2011-08-07, 11:15 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Hevalê leşkeriyê eskeriyê

Li gundekî mirovekî belengaz û jina wî hebûne. Mêrik herdem deyndarê melê gund bûye. Jê re çi lazim be bi sê qatî ji mele deyn dike. Rojek du mêvanên wî tên, ew jî dixwaze xwarineke xweş bide wan. Diçe mala mele, ji mele re dibêje:
- Meleyê delal ka ji kerema xwe re dîkekî bide min. Ezê havînê sê dîkan bidim te.
Mele ji mêrik re dibêje:
- Heyran ji xwe tenê dîkekî min maye. Emê wî jî roja cejnê serjê bikin û bixwin.
Mêrik ji mele re dibêje:
- Meleyê delal tu dîkê xwe bide min, ezê havînê pênc dîkan bidim te. Û ser de jî êvarê dikarî werî mala me tev me xwarinê bixwî.
Mele ji mêrik re dibêje:
- Lê jina min?
Mêrik ji neçariyê dibêje:
- De jina xwe jî bîne.
Mêrik dîk serjê dike. Jina wî çê dike, diqelîne. Birincek di rûn de dipêje. Goştê dîk li dorê belav dike. Dide ser siniyê, dide ber mêvanan. Li ser şîvê ne ku bixwin, kesek li derî dixe. Mêrik derî vedike. Mele û xortek dikevin hundur (Xwe di rastiyê de mele şerm dike jina xwe bibe mala mêrik û qest kincê mêran li jina xwe dike û diçe, lê mêrik pê derdixe wekî ew xort jina mele ye).
Mêrik ji mêvanên nûhatî re dibêje:
- Hûn bi xêr hatine. Hûn di ser serê min re, ser çavên min re hatine. Keremkin, rûnên, şîvê bixwin.
Tev bi hev re rûdinên û şîvê dixwin. Xwediyê malê ji mele dipirse:
- Seydayê delal, ev xortê bi te re ji ku derê ye?
Mele dibersivîne:
- Ev xort mêvanê min e, ji Mêrdînê ye.
Mêrik dîsa dipirse:
- Navê wî çi ye?
Mele dibêje:
- Navê wî Eşûr e.
Çawa wisa dibêje, mêrik radibe, xwe davêje stûyê Eşûr û dibêje:
- Wey Eşûr! Hevalê min ê leşkeriyê. Ez kal bûme, hevalê xwe jî nas nakim. Eşûr, tu van deran çi dikî? Mal çi nebûyo me çiqasî ji hev hez dikir. Ez û tu bi ruh û canek bûn. Ez te îşev bernadim. Sibê jî tu mêvanê min î.
Şevbêrka xwe dikin, mele dikeve gumanan. Radibe, berê xwe dide malê û ji xwe re dibêje – de ez herim mal, jina min wê pey min were. Xwediyê malê jî jina xwe dişîne mala cînaran.
Sê ciyan radixe û ji mêvanan re dibêje:
- Mêvanên ezîz, hûn nizanin ez û Eşûr çiqas ji hev hez dikin. Li leşkeriyê jî em diketin paşla hev. Bikevin nav nivînan û razên. Kî dixwaze biçe derve biçin. Emê deriyê xwe bigirin, bila heta sibê kes derî li me veneke.
Mêrik dikeve paşla Eşûr. Derî nîvço dihêle.
Mêvan bala xwe didinê, mêrik ketiye ser Eşûr. Ji hev re dibêjin: Weylo, eger ew hevalê xwe yê leşkeriyê awiha dike, ewê bi me çi bike? Heta mêrik kêfê ji Eşûr digire û derî jî vekiriye em ji xwe re birevin. Hêdîka radibin, ji hundur derdikevin û direvin. Mele jî ber deriyê li benda jina xwe ye. Bala xwe didê derî vebû û du kes revorev derketin, wî got qey yek ji wan jina wî ye. Bi rev dide pey wan û diqîre:
- Jina delal tu kude direvî? Were mala me li vir e. Tu kude diçî?
Bi dengê mele re gundî bi wan dihesin. Mele bala xwe didê ruswa bû. Êdî ji şerman nazivire gund. Jinik û deyn ji mêrik re dimînin.
 
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Hevalê leşkeriyê eskeriyê
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024