volongoto | Date: Tuesday, 2011-09-27, 10:22 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| XALÊ EHMED Hurşit Aktan
Rokê Xalê Mahmed ji gundeki Qonyayê tere Enqerê. Li meydana etfayê ji xwe ra digere.
Mêrikek ber ve wî tê û dibê:
- Xalê Ehmed cir dikî rind î ?
Xalê Mahmed lê mês dike û dibê:
- Ez ne Ehmed im, navê in Mehmed e.
Vê carê mêrik careke din dibê:
- Bi xudê tu Xalê Ehmed î. Ez hatim mala te, li mala te raketim, te nanê xwe da min. Te ji bîr kir Xalê Ehmed ?
Xalê Mehmed cir dike nake mêrik ji yaqa wî nabe. Ser da mêrik dibê:
- Xalê Ehmed min nanê te xwar. Min ew rindîya te ji bîr nekir. Ez dixwazim tu ji naneke min buxî.
Mêrik di destê Xalê Mehmed ra digre û dibe li loqantayekê rûdinin.
- Xale Ehmed îro tu nîvanê min î. Dilê te ci dixwaze wê buxwe ! Bane garson dikin û nanê xwe dibên. Nanê wan tê û zikê xwe têr dikin.
Ku zikê xwe têr dikin suva, mêrik dibê:
- Xalê Ehmed tu rune ez herim destê xwe bisom, ezê werim.
Xalê Mehmed ê qeregûn dipê saetekê kes nayê. Dipe du saeta kes tune, bane garson dike û dibê:
- Oğlum ne oldu bizim adam yok nerde kaldi ?
Garson :
- Amca o adam gitti ve hesabi amca ödeyecek dedi.
Ser wê ra xalê Mehmed di ber xwe da dibê:
Qey min pê ra got ez ne xalê Ehmed im, Wî ez bi zorê kirim Ehmed.
|
|
| |